::KDP6 Europe::

 

nimûna kadroyê serkeftî û welatparêz dinav rêzên PDK-ê de ....... Faxir Berwarî

14 June, 2010[12:47]

By  KDP6/Europe

image

kadro ew mirove yê ku hemû jiyana xwe terxan dike ji bo têkoşîn û xebatê û gehiştina armancên xweyên serekeyi dirêka Partiya xwe yan sazî û rêkxistna ew dinêv de kar dike. Helbet dema em dibên armanc ne ji bo armancên kesatî û berjewendperstiya xwe û ya dewrûpiştên xwe.

Belkû berovaji.armancên wî û bi dehan hezar hevçeperên wî di wê rêde canê xwe kiriye qurban û ewî jî  sus û peyman daye wan ku her liser rêka wan û armancên netewayetî û bi destve anîna tevaya mafên neteweyi û siyasî û gerdonî.û berevanî kirin ji mafên tevaya cîn û texeyên gelê xwe û gelanên di welatê xwe de.û xebatê bike takû dadperweriya civakî di welatê wî  û dinav partî û saziya wî de cih bigre û bibe desthelatdar.û ev xebat û têkoşîn ya berdewam be li hemberî sermayedaryi û derebegiyê  û her tim parêzvanê  mafên cîna hejar û dilsoja gelê xwe be.

Taku di gişit waran de wekhevî bi çespît û bi vî rengî dê welatê wî yê serbixo be û ew bixwe jî wê di aliyê derûnî de aram bibe.çûnke wê hest bi wê yekê bike eger bi kêmî be jî  armancên wî/wê xebat û têkoşîn bo dikirn û di wê rê de xûna egîd û qehremanên welatê wî û netewe û hevçeperên wî hatî rijandin û renca bisalan kişandî  bi destve anîne. Bêgûman Partiya Demokrata Kurdistanê PDK. Partiyeka serekiye li ser astê Kurdistana mezin.û li tevaya Cîhanê tê naskirin û temenê wê nêzî  ( 64 ) salan di be.û bi saya kadroyê dilsoj û serkeftî û xwedî displîn.şoreş li pêyi şoreşê li hemberî zordar û dagêrkeran birêve birinine.

Da ku wekhevî û biratî û aşitî dinêvbera gelanda biçespe.û bi dehan konferans li darxistîne û kongira xwe ya dawiyê anku ya ( 12 ) dan li sala ( 1999 ) da pêkaniye û bi serkeftî hertim li berxweda ye.û kadroyê wê yê dilsoj û welatparêz nehîştiye PDK ji hev bikevit û hemû deman barêgiran li ser milên xwe hîştîye.bêykû rojekê gilî û gazincekê bike yan berjewenda xwe ya kesatî biparêze.

Ji ber hindê kariyaye piraniya cemawirê kurdistanê  bêyi cûdahî li dewrû piştên xwe bi civîne û barên.sermilên xwe girantir lê bike.û ya rijdbe liser susa daye şehîd û xwe gorîkeran.hetaku gelanên kurdistanê bi mafên xweyên neteweyî siyasî civakî cînayetî û azadiyên kesatî û demokratîk şanebin wê her tim dinava têkoşîna xwe de bin.û ji bo van armancan PDK bi serekî bilind ya di qada têkoşînê de.û herçî roja paştire ya serkeftinên mezintir bi destxweve tîne.

Û nimûna wan serkeftinan jî hilbijartinên 07-03-2010-ê yên Parlementoya Îraqa Federal şahidên wê yekê ne.ku liser astê Îraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî di pileya yekem de ye.

Û eve bi serê xwe wê yekê digehîne ku PDK-ê bi saya Kadroyê dilsoj û xwedî ezmûn û bîr û bawerên neteweyî û partitî û bawerî bi rêk û rêbaza pîroza Barzaniyê nemir û doza Şehîd û cangoriyan heyîn tumar û qeyit kirîne.

Bêguman di peyrew û programên PDK-ê de hatiye eger rewşa awarte nebe divêt her çar salan carekê PDK kongira xwe ya giştî li darbixe.û ji serî hemû kar û xebatên organên xwe di ber cavana re derbas bike.û amajê bi xalên lawaz û şaşî û çewtiyan bike.û bi awayekê demokratîk kar û xebatên kadroyê xwe yê dilsoj bihelsengînit û hindek guherînên mezin dinêv xwede çê bikit.û armanc û xwestekên nû li peyrew û programên xwe zêde bikit.xebateka bi hêztir di çarçovê  şaristaniyane û demokratîk de bo bike.weke li ber cav eve nêzî ( 12 ) salane PDK-ê kongira xwe ya asayî li dar nexistiye.wek peyrew û program dibê ( 8 ) sal bi ser jivana xwe ya asayi re derbas bûyi ne.lê ez bawerim PDK-ê ne ji bo pirsgirêk û qeyranên hundûrê xwe kongire li dar nexistiye.

Belku ji ber rewşa giştî ya rojhelata navîn û bi taybetî kurdistan û Îraq ê.ji berku PDK li jêr ferman û serokatiya serokekî hekîm û welatparêz de ye.û kesatiya serok Mesûd Barzanî  bandoreka mezin li ser siyaseta hundûrê PDK-ê di ke.û eger kongire ji aliyê yasayî û demokratîk ve pêk nehatibe jî lê ji ber vê xalê nikariye bandoreka neyênî li rêzên PDK-ê bike.

PDK-ê ya xwe berhevkirî û ya berew kongirê ( 13 )-, ve bilez gavan tavê je.û barên ser milên wê ji caran gelek yê girantir lê hatî.çûnke gelên kurdistanê bi piranî careka din baweriya xwe dan serok Mesûd Barzanî.û Partiya Demokrata Kurdistan-ê û rêbaza şehîd û canguriyan.

Û ev çende we dike ku erk û têkoşîna wê mestir û girantir lê bêt.ku PDK gorankariyên mezin di heykelê xwe yê rêkxistinî  û peyrew û programê xwe de çê bikit.û ji seryi ve xwe nû bike.û bi baweriya min dema hindê hatiye  PDK serxwebûna Kurdistanê bike armanca xwe ya serekeyi têkoşîna xwe ji qunaxa federal û şaristanîyê berew serxwebûn û demokrat bûnê ve bibe.

Û ev çenda hejî dê bi rêka kadroyê dilsoj û welatparê û xwedî disiplîn û prensîpên rêkxstinî û demokratîk û girêdana wî ya birêk û çand û tûrasê Barzaniyê nemir û rêbaza şehîdan ve pêk bihêt.divî warî de ez dikarim nimûneka zindî ji kadroyê li Ewropa di têkoşîn û xebatê de bo xwendevanên birêz bînim.

Li Ewropa bi giştî û li welatê Holenda bi taybetî piraniya Kadroyên PDK-ê bêyi beramber û liber cavnegirtina berjewendiyên xweyên kesatî.wek Pêşmergayetyi û şoreşa li ser dema ciyê.bi heman canî dinêva berxwedanê de ne.dinava van de gelek kesên zehmetkêş û welatparêzên mezin jî he ne.ku navên xwe di gelek serweriyan de bi cih kirîn.û yek ji wan jî heval Omer Zawîtî ye.û zêdeyi ( 12 ) de salan e zawîtî nasdikim û nêzî ( 6 ) salan e jî em bi hevre di Lijna nêvxweya Holenda ya PDK-ê de kar û xebatê bi rêve dibîn.

Heval Omer Zawîtî di salên ( 1978 ) de di temenekî  bicûk de têkiliyê bi rêkxistinên nihênî yên PDK-ê li nava bajarê Duhokê di ke.ku wê demê başûrê Kurdistanê bi mirov û xak û av û hewayên xwe ve li jêr gef û biryarên dagêrkeran  de bûn.belkû ji ber zordariya dagêrkeran piraniya gelê me îrade û çarenivêsê xwe radestî dagêrkeran kiribûn.lê kesên weke Zawîtî di çeperê berxwedan û bergirîkirinê de bûn.û peyama kurdayetiyê û ya têkoşerên Partiya Demokrata Kurdistanê digehande gelê me yê têhniyên azadî û serbestiyê.

Û li ser demê pêşmergatiyê jî kesekî can feda bû her tim dixwest kesê yekê be dinava çalakiyên Partîzanî de.û bi vê dilsojiyê û hewildanên xwe.roj bo rojê kariya kesên kurdperwer û gorîkerên azadiyê li xwe bi civîn e.hetaku li ser demên Operasyonên Enfalên reş li kampa Penabera ya bajarê Mûşê dinava êş û azarên mezin de bicih di be.di pişit re ji ber rewşa wê demê ji necarî xwe gehande Ewropa û li welatê Holenda her tim yê berdewambû liser rêca cangoriyan.

Û heya îrojî  yê berdewame li ser xebat û têkoşîna xwe û di piraktîk de selmand ku keseki rêkxistî û xwedî displînên partayetî ye û bi serkî bilind sîngê wî yê vekiri ye.ji bo rexne û rexnel xwe girtinê.ankû kadroyekî meydaniye û dinava cergê cemawirî de ye.bi dilsojî û çalakiyên xwe pile bi pile xwe gehande berpirsatiya Lijna Navxweya Holenda ya PDK-ê. Û yeke ji wan kadroyan yê ku peyama Barzaniyê nemir bi rast û dûristî digehîne tevaya gelê me li seranserî sinorê  navçeya Holenda.

Û bi hevalên xwe yên dilsoj ve şev û rojan dikin yek ku bişên peyama kurdayetiyê û şehîdan û ya Barzaniyê nemir ku pêkhatiye ji xizmetkirna tevaya gelê me.di warên siyasî civakî Olî û çandî de û bi danûstana xwe ya hest sivik digel gişit cîn û bi taybetî niştîmanperwer û renckêşan û malbat û kesûkarên Şehîd û cangorî û pêşmergeyên kurdistanê û digel tevaya kurd û Kurdistaniyan bêyi cûdahî û sererayi dest pakî û pêşxistina aborî û darayi.û parastina nihêniyên PDK-ê û giringî dan bi rêkxistin û layangir û cemawirê PDK-ê û bergirîkirin ji hevalên dilsoj û têkoşer û piştgirîkirina wan bo berew pêşve tir.

Û piştevaniya wî ya berdewam ji bo texeya nîva civaka me pêk tînit.jin û afret û xort û law û xwendevanan.helbet ev reftarên cihê şanaziyê bi serê xwe rûyiê rasteqînê  PDK-ê û yê kadroyê PDK-ê û peyama Barzaniyê nemir û Şehîd û pakrewanan digehînit.û divê rêkê de xizmeta tevaya welatê xwe dike.û sudê digehîne civak û pêşkeftina welatê xwe.û bi vî awayi civakek û kesatiyeka saxlem û bi tendirustiyeka baş di afirîn e.ankû bêyi berjewendiyên kesatyi dibe pêşeng û nimûneya fedekariyê.

Aha PDK dikarît bi vî kadroyê rasteqîn û bi vî awayî xwe liser piyan bigre.û her tim baweriya kurd û kurdistaniyan ji bo xwe bîne û pêşenga tevaya Partiyan be jî.lê berovajî vê çendê gelê me ne pêtvî wî berpirs û kadroyi ye yê berjewendperist û kesûkar perist.û lader ji peyrew û programên PDK-ê û ziyan gehandina aborî û darayi û berjewendiyên giştî yên PDK-ê. û ( 24 )  demjimêran jî di kocik û sarayên xwe ve û digel hindê jî ( 7 ) deriya li pişt xwe kilît dike.daku bi mehan jî çû têkoşer û welatparêz neghin cem û bi van reftarên dûr ji şoreşgêran bibe sedemê hindê ku ziyanê bigehîne endam û layangir û cemawirê PDK-ê.û berovajî peyama Barzaniyê nemir û şehîdan bit.û dema ziyan bigehine PDK-ê tê wê watê ku ziyan gehiştîne berjewendiyên tevaya gelê kurd.çûnke PDK xwedî cemawire û hevsengiya xwe diqada navneteweyi de heye û nûneriya piraniya kurd û kurdistaniyan dike.

Wê demê ne di aliyê siyasî de ziyan digehine PDK-ê û gelê kurd.belkû di aliyên dîplomasî zanistî aborî civakî û leşkerî de jî digehinê û dibîte sedemê peydabûna gendelî û qeyranên îdarî û ne aramiya rewşê û ji dest dan destkeft û serweriyan.

Aha li qunaxa bêt û di kongirê ( 13 ) ê de ev xale bi başî bête helsengandin û girngî bi kadroyê dilsoj û rasteqîn bête dan.û desthelata wî zêdetir lê bihêt.û xwediyê biryarê bit.li sinorê desthelatdariya xwe û yê pişt rast be ji piştevaniya cenabê Serok Mesûd Barzanî û pîlot buroya PDK-ê û gişit derî ji jê re di vekirîbin. Da bikarit bîna mêşa hingivî kar bikit. Dê bi saya vî kadroyi PDK karit xwe ji qeyranên hundûr û derekyi parêzit.û her tim ya xwe rist bit û bi çû awayan nehejit.

Lê divêt bi tevayi berovajî vê çendê reftarê digel kadroyê xwe perist û berjewendperist û kesûkar perist tirsinûk û gendelkaran bît.û hewil bidin baweriya PDK-ê jê werbigrin û hemû cih û waran lê teng bikin.û li gor peyrew û programên PDK-ê bêxine jêr sizayên dijwar û lê pirsînê. daku PDK hera temen dirêj be û xwediya can û tendurûstiyeka pir saxlem be.

Têbînî: ev nivêsîn bi tîpên Aramî di rojnama Xebat û çendîn malperan de di meha nîsanê de hatiye weşandin. Faxir_Berwari@hotmail.com  11-06-2010 Devera Berwari ya

Copyright © 2005- Kurdistan Democratic Party 6th branche Europe Contact the webmaster Rashid Botani