::KDP6 Europe::

 

ADIL EBDULMEHDÎ XWE JI BO POSTA SEROKATÎYA WEZÎRAN KANDÎD NAKE

17 January, 2010[14:36]

By  KDP6/Europe

image

Cihgirê serokê komara Iraqa federal Adil Ebdulmehdî da xuyakirin, ku ew xwe ji bo posta serokatîya wezîrên Iraqê kandîd nake. Adil Ebdulmehdî got, ku Şî`eyî bi xwe jî di nav xwe de parçe-parçe bûne, ji ber ku li ser evê postê nakokî di navbera wan de heye.
 


Adil Ebdulmehdî weha jî da xuyakirin, ku nabe qanûn li Iraqê bi awayekî nesaz pêk bihê û tenê çend kes an çend alî sûdê (faydeyê) jê bibînin.

Adil Ebdulmehdî dilgiranîya xwe jî da nîşandan, ji ber ku peywendîya navbera Be`sê û Elqayide bandora xwe li Iraqê û xelkên Iraqê kiriye.

Adil Ebdulmehdî di evê bareyê de got: dibe ku hinek kes û alîyên beşdarbûyên prosesa siyasîya Iraqê bixwazin kodetayekê (inqilabekê) li Iraqê pêk bihînin, belê dê kodetaya leşkerî neserkevtî be.

Adil Ebdulmehdî di evê bêjedana xwe de hoşdarî jî da Şî`eyîyan û got, ku dê parçebûna Şî`eyîyan gelek destkevtan ji destên wan derxîne.

Adil Ebdulmehdî di evê bareyê jî de got: Şî`eyî li ser posta serokê wezîran li hev nakin.. ji ber evê yekê nakokî di navbera alîyên wan de hene.. ez bi xwe jî, xwe ji bo evê postê kandîd nakim

Copyright © 2005- Kurdistan Democratic Party 6th branche Europe Contact the webmaster Rashid Botani