Li angora evî jêderî serokê Iraqê tekezî li ser bi cihanîna maddeya 140 û maddeya 142 yên destûra Iraqê kiriye û daye xuyakirin, ku ev herdu madde ji gelê kurdistanê re çarenivîssaz in.
Di bareya hevpeymanîya navbera PDK û YNK jî de serokê Iraqê Celal Talebanî got: em bê evê hevpeymanîyê nikarin destkevtên destûrî biparêzin.. herweha, em bê evê hevpeymanîyê nikarin hêvîyên xwe jî pêk bihînin.
Serokê Iraqê Celal Talebanî di bareya pirsa kerkûkê jî de got: kerkûkê bajêrekî kurdistanî ye û em ticaran dev jê bernadin.. belê ev bajêrê han bajêrê biratîyê û jîyana bi hev re ya aştîyaneya hemû neteweyan jî ye.. divê em li ser bingeha hezkirinê dan û standinê bi hev re bikin, ji ber ku em pêdivêyî siyaseteka birayane, mirovane û demokratîk in.