|

Dema em çîroka Enfalê digêrîn tenê sala ( 1988 )ê dikeve pêş çavên mirovî,lê divê nivêsê de ezê amajê binaveroka Enfalên reş nekim.ku di ( 8 ) qunaxan de û piştî 23-02-1988-ê heta ku 06-09-1988-ê wek piraniya me dizanin bi çi encamên giran û terajîdîk û qirkirin û jenosîdkirina gelê kurd,bi mirov û ax û hewaw xwezaya wê ve keftine ber mestrîn Operasyon û şalawên dorîndetrîn rejîma wê serdemê ya Sedamê gorbegor û dar û destekên wî ku çu Bombe û çekên moderin û kêmyewî, li Cîhanê nemabûn li ser neteweya me taqî nekirîn ( ceribandîn ). Helbet armanca min ji vê nivêsînê ewe hindek xalên veşartî ku kêm amaje pê hatiye kirin bêxime berçavên xwendevanan.baş tê bîra min li roja 03-09-1988-ê em gehiştin sinorê Başûr û Bakurê Kurdistanê li gundên Şîvrezan,Elemûn,Geremûs,û Arûşê,bo dema çend rojekan em li van gunda maîn.piştî gelek danustandin û gengeşeyan.ku dinavbera berprsyarên me û rayedarên dewleta Tirkiyê de çêbûyin çare nivêsê me hêdî hêdî xweya bû.çunke em hatîne haydarkirin ku gelê me yê ji Enfala herêma Behdînan rizgar bûyin hejmara wan nêzîkî ( 80 )-ê hezar mirovan di be.û ji ber wê yekê Hikûmeta Tirk neçare wek penaber werbigre û li hindek Kampan akincî bike.piştî ev mizgînî gehiştî me dilê me arm bû lê em her tim bi guman bûn,û di demeke kin de em hatin haydarkirin ku wê me bibin bajêrê Amedê û Amed bi kelha Egîd û Welat parêz û Kurdperweran binavû deng e.ji ber vê yekê em pir kêfxweş bûn.û li roja 14-09-1988-ê ku hejmara me nêzî ( 4000 ) hezar kesan di bû.me berê xwe da herêma besta li gundê Aşûtê û piştî şevek û rojekan,li wir jî em li qamyonan hatine siwarkirin,û ji bo geliyê tiyarê birêkeftîn,piştî demeke dirêj di nîva şeveka tarî de.li dengê dûrîşm û siloganên kurdperweran me zanî ev der bajêrê Başkala bakurê Kurdistanê ye!dixwazin destê harîkariyê ji boy me dirêj bikin lê hêzên ewlekariya Tirk nahêlin. Bêguman di wê demê de me niyazên hêz û hikûmeta Tirk zanîn ku ew me nabin da kû jiyana me ji metirsiyê rizgar bikin,belku me ji bo çarenivêsekê reş û berze dibin.û eva bi rejêma Baasa gorbegor nehatî kirin,dê birayên wan yên Tirk bicih bikin.lê sererayi rêgirtina celad û Mirov kujên Tirk,birayên me yên başkalayi destê harikariyê ji bo me dirêşkirin. û di şaneşînên malên xwe de qamyonên me xwarin barankirin.piştî demeka dirêj ji rêkê di Elinda rojê de çavên me bi gola Wanê û Çiyayên Sîpan û Xelatên Siyabend û Xecê ketin.û bi dirêjahiya rojê û bêyi rawestan di êvariyeka gerim de karwanê me.li roja 16-09-1988-ê gehişte Kampa Amedê û rayedarên Tirk got ev çadirgehe dê bibe cihê jiyana hewe her çadirekê jî divêt ( 10 ) mirov têde bjîn,û wê eve cihê jiyana we ya berdewam be.bivê qunaxê bo me bi ronî xweya bû ku em ne ji bû parastina jiyana me anîne vir belku berûvajî bo mirinê em krîne divê dozexê de û ji neçarî ev rewşa bi doman û têlbendkirî û pêçayi bi leşker û Jendormeyan me pejiran.wek çawa li pêşiya me jî nêzîkî ( 10 ) hezar kesên ji devera Zaxo di çadirgehê de bi heman awayi bicihkirbûn.wek wan bo me daye diyarkirin ku gelek zarok û kesên nav sal di çadirgehê de jiyana xwe, ji hindek sedemên ne diyar ji dest daye.lê me digot dibe ji egerên bandora Kêmyabaranê be û bi girngî kar li ser nehatekirin.hetaku sedemên wê bo me diyarbûyin ku destê mixabrat û emin û nukerên rejêma Sedamî û hevpeymanên wan yên Tirk,bi bernamekî dariştî destên xwe têkxistine ku bi gelek rêk û metodan me ji nav bibin. Sîxuran li ser navê nexweşiyên tîfo melarî û bi giştî,hindek karmendên ( mamur ) mîtê ji bo mixabrata Sedamî kar dikirin,wek komîta tendirustiyê çadir bi çadir digerhan û her danekî rojê ( 14 ) tablêt bi zorî bi me didane xwarin,piştî xwarina van tablêtan bi çend rojekan dû Şehîd û pakrewanên me çêbûn,ewjî evbûn ( Cemîl Teha Kêsteyi, û Fadil Babîrî ) piştî şehîdbûna wan em ji aliyê pijîşkên pispor ve ku ew jî birayên me yên Kurd bûn,ji welatparêz û têkoşer û dilsozên kela Amedê ve hatîn haydarkirin ku em hatîne jehirxwardkirin.û ji bilî bê Alatrîk û xwe şûşitin û xwarineka saxlem û keresteyên nivistina şevê evên he tev ji bo me xewinbûn. Lê divê neyê jibîrkirin û amajê birolê giringê kurdperwerên bakurê Kurdistanê bi giştî û bajêrê Amedê bi taybetî bidim ku rojane bidehan qamyonên xwarin û vexwarin navmalî ji bo me tanîn. lê tenê li ber derî ji dûrve me temaşe dikirn,û rayedarên Tirk jiwan re digot emê di piştre li ser penaberan de belavbikin.lê rastî wesa nebû çunke ji bo leşkerên xwe dibirin.lê her Amedî bê hewildan neman û gelek pêşniyaz dane waliyê bajêrî daku rewşa me baş bikin.yek: jiwan pêşniyaza ev bû divêt hûn rêkê bidin me emê her malbateka penaber dinav malbateke xwede xwedî bikin.dû:eger ne divêt ji çadirgehê bibin nava xêniyan,sê:divêt rêkê bidin me da em harîkariyên xwe biserda belavbikin,çar: divêt hûn rêkê liwan negirin da bi azadî hatin û çûna nava bajêrê amedê bikin û di heman dem de ji xwere kar bikin.xala yekê pêk nehat lê piştî renc û xebat û bizava Amediyan hersê xalên din ligel kêmasiyên xwe pêkhatin.helbet berpirs û fermandarên ( Lîderên ) me divî çarçovey de dirêkxstî bûn.rojane têkilî bi serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê ( PDK )ê û bi taybetî cenabê serok Mesûd Barzanî dikirin,û di civîn û kombûnên bi penaberan re digot silavên serokatiya me û Pîlot Buroya PDK-ê û Eniya Kurdistanî ji boy we hene,û ji nêz ve haydarên rewşa me ne.û gotiye berxwedana we kêmtir nîne ji Pêşmergatî û hevalên me yên di zindanên dagêrkeran de bi ser bilindî liberxwe didin.û her kesê nurmal jî jiyana xwe ji dest bide,bi biryareka fermî ya Eniya Kurdistanî ku ji ( 8 ) partiyên siyasî pêk dihat.tête hejmartin ji rêzên şehîd û cangoriyan! Lê xala ku ez dixwazim amajê pêbikim û kakilka vê nivêsînê eve ye.ez bangî wan berpirs û ( lîderan ) dikim ku nihe jî ji bilî çendekan ku gehiştîne karwanê nemiran,piraniya wan xwediyên postên bilindên îdarî û siyasî û leşkerî ne li wîlayeta Duhokê,dema di kampan de ev gotine digotin gelo hûn dizanin eve zêdeyi ( 20 ) salan bi ser karesat û atafa cerigbira Enfalên reş de derbasbûn, û hêş ev gele tê Enfalkirin,û birînên wan nehatine dermankirin?gelo hûn dizanin ku goreka bi kom ya enfalkiriyan li bajarê Amedê ye jî,tenê li biyabanên ( deşta ) başûrê Îraqê nînin? Gelo we liber hûn rofatên wan (500 ) enfalkiriyên li amedê jî birêwresmeka ji hejî û xemlandina termên wan yên pîroz bi alayê rengîn bo Kurdistana azad bînin?gelo we carekê gohdariya çîrokên penaberên kampên Amed,Mêrdîn,Mûş,Gever,û Silopiya kiriye?.eger hûn bêjin eve nêzîkî ( 22 ) salan biser wê karesatê re derbazbûyne û ji bîra me çûyne? Ji kerema xwe herine gundê Çelkê û bêjine Hecî Şerîfê Çelkî çewabû dema ( 4 ) kurên te ji bilî pismam û kesû karan li gundê kurêmê,celadên Sedamî li pêş çavên te gulebarankirîn?û paşî herne cem Stiranbêj Naîf Keşanî û bêjinê rojane tu kîjan stirana xwe dibêjî ka dê bibêje stirana Enfalan yan ne?.di piştre herin cem têkoşer Eyûb Borcînî,bêjinê çima gundê Borcînê nehatiye avedankirin ka dê bête hewe mane borcîn ya hatiye kêmyabarankirn û ji ber bandor û sedema cekên ( sîlehên) kêmiyawî nikare bête avedankirin? Lê bêguman ez dizan im hûn dê ji minre bêjin bibure jiber avakirna Koçik û Sera,û Kompanî û karên xweyên bazirganî em nikarin eva tu dibêjî pêkbînîn!.û piraniya van kesan li gundan dijîn û ji xwe pêtvî nake seredana wan bikîn.lê ez jî wê bibêjim hindî êkî xebat û têkoşîn kirîn, û keftiye ber operasyonên Enfalên reş.dixaniyên Axê de bjît!!û ji hemû mafên xweyên mirovatiyê bêbahr be. Enfalkirin jî ya berdewame!!
|