::KDP6 Europe::

 

Vebûna Kurd Ne Ji Bo Çareseriyê Bû. Faxir Berwarî

16 December, 2009[18:30]

By  KDP6/Europe

image

Her li destpêka îsal,piştî dewlet û Hikûmeta Tirk neçarmaîn û zanî nikarin tenê birêkên leşkerî bizava azadîxwaziya gelê Kurd li bakurê Kurdistanê ji holê rakin û ji nav bibin,û Serokatî û Hikûmeta başûrê Kurdistanê û Emerîka û Ewropa jî dinêv de, Tekez li rêka aşitiyê dikirn.û berê rayedarên Tirk di da rêkên aştîxwazane,û jêre daxweyakirin ku divêt di çarçovê diyalok û gotubêjan de pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka hemû Tirkiyê û Rojhelata navîn û mirovahiyê ye bête çareserkirin.û Hikûmeta Ak Partî,bivekirina kenalê TRT 6-ê destip vê prosesê kir.û ji ber vê yekê Serokê PKK-ê Abdullah Ocelan,daxwaz ji KCK-ê kir dakû evê firsendê ji dest nedin. Û xwe ji alozî û şerê çekdarî dûrbêxin.

Lê sererayi bi dehan Operasyonên Ordiya Tirk bo ser şervanên PKK-ê û girtina bi sedan enadmên DTP-ê evê pêvajoyê ji aliyê serkirdayetiya bizava azadîxwaziya gelê Kurd ve dirêjî pê hate dan.bigirngî kar ji bo serxistina wê dikir,û giraniya xwe têxiste ser têkoşîna rewa û demokratîk û dîplomasî bihêzkirin.û heta gehişte wê yekê ku dê ev prosese sergirit.û dê DTP-e wek alternatîf hête pejirandin.

Lê bidîtina min li destpêkê diyarbû ku Hikûmeta AK Partî,wek tektîk dixwast bi gelek rêkan hewlên jinavbirina bizava azadîxwaziya gelê Kurd di de.û li wê çareseriyê nagere,ewa Serokatî û Hikûmeta başûrê Kurdistanê û Emerîka û Ewropa berê wan dayê.

Berovajî bi rex leşkeran ve gav diwarên civakî çandî hunerî û aborî de jî tavêtin dakû gelê Kurd biwan rîformên xwe yên sexte bixapînin.û ji hev biqetînin,û parçe parçe bikin,û nekû pirsgirêka Kurd çareser bikin.çûnke di  destor û yasayên Tirkiyê de çu gorankariyên yasayî pêk neanîn.ji ber vê yekê her li destpêkê ez bixwe neyê geşbîn bûm.bi vebûna Kurd yan ya Demokrasiyê.û min nedxwest çû liser binvêsim lê gelek.roşenbîr û siyasetvanên Kurd digeşbîn bûn û pênûsê xwe ji bo pesindayina AK Partî.û serokê wê Erdoganî bikartanî.lê rastî berovajiya wê bû.

Çunke kesên beşdarî bernameyên TRT 6 –ê û AK Partî dibûn.zimanê Kurdî ji wan re azad bû,û dikariyan li jêr bandora wan xwe bînine ziman.lê berovajya wan heger Serok yan. Parlamenterek, yan Endamek û layengirekî DTP-ê bi Kurdî daxwaza perdaxekî avêjî kirba, bo wan qedexebû û li dadgehan bidehan doz li hemberî Parlamenter û endamên DTP-ê ku bidengê gelê Kurd hatbûn hilbijartin û nûnertiya wan dikir hatine vekirin.

Lewma bidîtina min aramî û aştî û bêdengiya heyi û dirêjî pêdana prosesê bisaya bizava azadîxwaziya bakurê Kurdistanê û DTP-ê bo ye.û mînaka wê jî li berçava ne, û bo raya giştî ya Cîhanê û Tirkiyê û Kurdistanê jî,bi hinartina Grûpên aştiyê ji Qendîl û Mexmorê bo Tirkiyê. û bo dewlet û hikûmeta Tirk daxweya kirin, eger hûn behsê çareseriyê dikin eve me di piraktîkê de gav bo wê yekê avêtin û eger hûn jî rast dibêjin hinedek gavên yasayî bavêjin da bi yekcarî çek ( sîleh) bêdeng bibin, eger ne evadin xapandine nek çareseryî.

Ji aliyê dinve Dadgeha destorî ya bingehîn a Tirkiyê ji nişkê ve,girtina DTP-ê anî rojeva xwe, û divêt em girtina Partiya Civaka Demokratîk DTP-ê di roja 11-12-2009 û girtina wê ji aliyê dadgeha destora bingehîn ve girê nedîn û weha ne nirxînîn,ku bi awayekê fermî û bi yek dengî her 11 Dadweran deng ji bo girtina DTP-ê da.

Lê bi baweriya min evê prosesa he eve zêdeyi du salane despêkrî,û heta roja girtina wê çendîn fişarên siyasî û yasayî êxistbûn ser serok û endam Parlaman, û Şaredar û endam û layan girên wê,û her çî roja paştir bû.givaştin û qedexekirina wan keftine ber Dozên dadwerên giştî,û hemû dadgehên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê mijolî dadgehkirina van endaman bûn.û rêkên yasayî li ber DTP-ê hatbûn xetimandin. Û keftibûne jêr gef û gorên mezin yên dadgeh û Leşkeran.û ji aliyê dinve jî keftibûn jêr Fişarên mezin yên partiyên wek MHP-a nejatperist û faşist û CHP-a Kemalîzimperist  û êdî hemû rêk lê hatbûne tenkirin.

Rewşa ku di gişt waran de DTP-e têre derbaz dibû.gehiş ti bû wê astê ku Şaredarê Bajêrê Amed ê Osman Baydemir di got eger ez 100  salan jî di Zindanên Tirkiyê de rakev im,her temenê min têr nake wê 200 salan jî qerdarê Dadgehên Tirkiyê bim.û ev çenda he bo hemû endamên diyar dinav DTP-ê de derbaz dibû. Û ji ber vê yekê eger di warekî de ziyan bigehe gelê Kurd, lê dê digelek waran de û zêdetir ziyan bigehine dewlet û Hikûmeta Tirk. Dê carekadin,  ne aramî  xwe biser hemû Tirkiyê da berde. û her rûdaweka neyênî jî dikev sermilên Hikûmeta AK Partî, û di warên Dîplomasî de jî, ziyan bi gehine wan, û ji bo welatên rojava û demokrat û mafê mirovan tê de parastî,bi ronî xweya bibe,ku li Tirkiyê demokrasî nîne.û eger hebe jî ji aliyê Leşker û siyasî û kemalîzimperistiyê ve tê te,bidarvekirin.û welatê pirensîpên  demokrasiyê tê de nebin,bêguman mafê mirovan jî tê de nîn e.

Helbet dema em vê dibêjin nayê wê watê ku aliyê Kurd û bi taybetî PKK-ê û DTP-ê kêmasiyên xwe tine ne,bi nêrîna min divêt piştî girtina.DTP-ê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK-ê û Koma Civakên Kurdistanê KCK-ê û serokatiya Partiya Civaka Demokratîk DTP-ê bêne rexnekirin çunke ewan biserê xwe li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, xwe dikire alternatîf û Nûnerên tev Kurdan,û ev nêrîna wan ya şaş bû.li şûna Wê diviya bû hewildaba aştiya nêvxweya Kurd pêk anîba,û zemîne ji bo Eniyeka Kurdistanî di çarçovê yasayi de çêkirba,û  gişit part û rêkxistin û sazî li hev civandiban.û heta peywendî bi hinek ji wan Parlamenterên Kurdên dinêv AK Partî de kirban û bo aliyê xwe înaban.û beşdarkirban di prosesê de. û nêrîn û rayên  wan jî bi girngî wergirtiban û ev çenda he da ji bo îro gelek girnig be. û bihevra bibûna xwediyên gotareka siyasî û yasayi.û wê demê berpirsyariya dîrokî liser milên wan bitenê nedi ma.û da kevîte sermilên tevaya gelê Kurd,û da Nûneriya bakurê Kurdistanê ya rasteqîn e jî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê diyar bibe.

Lê ez bawerim ji îro û şûnda ev şaşiye dubare nabin û dê girtina DTP-ê bo bizava Azadîxwaziya gelê Kurd. bibe ezmon û waneka  (derseka)  mezin ji wê  yekê werbigrin û Omêdewarim kêmasiyiên heyî liber çavan re derbas bikin,û çareser bikin û nêrîna hemû Kurdan û dîmokratîxwazan bigring werbigrin,û doza Kurd ji caran zêdetir bipêş bêxin û cihê xwe bi awayekê demoratîk dinav çalakî û têkoşîna Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP-ê de bigrin û bibine hêzeka mezin û alternatîf.û bi vî awayi dê bine bersiva tev pirsgirêkan.

Copyright © 2005- Kurdistan Democratic Party 6th branche Europe Contact the webmaster Rashid Botani