::KDP6 Europe::

 

Li Parlementa Brukselê ya Flaman Konferansa Zimanê Kurdî  hat lidarxistin

10 November, 2009[14:34]

By  KDP6/Europe

image

Avesta:Bo dema du rojan di parlementa Flaman li bajarê bruksela paytexta Belcîka.ji rojên 5-û 6-11-2009-ê  konferansa zimanê Kurdî ku bi pêşengiya komisyona ziman û perwerdeyê ya Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê ( KNK )-ê û bihevkariya Instîtuya kurdî ya Brukselê,Instîtuya Kurdî li Elmaniya,Instîtuya kurdî ya Stockholmê.û bi berhevbûna dostên gelê Kurd û çendîn pispor û mamoste yên ziman û çand û huner û mediya Kurdî. ku ji her çar parçeyên welatê me û diyaspora kurd tê de cih digirt. Lê  ji sedemên teknîkî şandeya başûrê Kurdistanê yaku bi serokatiya Felekedîn Kakeyî,  ku bi awayekê fermî hatbûn vexwendin nikariyan cihê xwe tê de bigrin,û tenê peyamek şandibû hat lidarxistin.

 Di van herdu rojan de,bi awayekê berfireh liser pirsgirêkên ziman û perwerdeya  kurdî bi tevaya zarave û devukên xwe ve, û zêdebarî mediya kurdî û hevkariya wan ya bihevre, bi rengekî zanistyane.ji aliyên beşdarvanan ve, û bi têr û tejî hatine şirove û gengeşe kirin.û li dawiyê gehiştin van encaman.û deklerasyona wê ji aliyê Rojan Hazim ve hate xwendin û bi dîrokî  binavkir.û got gelî beşdar û amadebûyan êdî eve fînala roniştinê ye,û dekleresyona ji aliyê komîteya hatiye amadekirin,dê pêşkêşî hewe bikîn.bi destek û piştevaniya we ya xurt wê bibe belgeyeka dîrokî di bizava xwedî derkeftina zimanê kurdî de,piştî me deklerasyon xwend helbet spasiyên me hene.ji bo parlementerên Fileman û perlementerên destek daye me,

1- li tirkiye û iran û suriyê polîtîk û bi hemû şêweyên,asimlasyonê bireng û polîtîkên cuda yên van welatan,têne encamdan fermiyen perwerda kurdî nîne.eve rê liber asmlasyonê firehdikin, şûra lezgîne,û giringe ,bangî van dewletan dikit kurdî bibe zimanê fermî yê dewletê û ji beqçên zarokan heta zanîngehan perwerde bi kurdî bête kirin,bi vê xalê ve girêdayî şûraya ziman û perwerdeya kurdî.bangî rêvebiriya polîtîk ya bakurê kurdistanê dike ku li cografiya kurdistanê defaktu desthelata kurdî, du zimanan bikar bîne,ji şaredariyan heta sendîkan baro û, ji tevaya organîzên dî yên sosyopolîtîk,sosyokulturî,sosyoekunomîk.û di hemû kar û xebat û kombûn û xebatên,sempozyom û kongirên xwe da.kurdî û tirkî bikarbînin,evê yekê wek erkekê neteweyî  bipejirînin.

2-diralîteya îro de kurdî bi du alfebeyan bikartên,alfebeya bitîpên latînî,yên erebî- aramî li kurdistana federal û rojhelatê kurdistanê.zimanê perwerdê û fermî ne,li bakur û rojava û diyasporayê jî alfebeya bitîpên latînî bikartên,du alfebeyî dibe binasê jihev dûrkeftina zaravayên kurdî her diçe jihev têgehiştinê zehmet,têxe û dîwarên destkird dinav bera zaravên, başûr û bakur de stûr û xort dike û,eve dibe rewşeka negatîf,şûra di wê baweriyê de ye ji bo,pêşkeftina zimanê kurdî bi yekkirina alfabeyê pêtvîye,lewma şûra bangî rêvebir û otorîteyên,desthelatdarên polîtîk û herweha cîhana zanyariya  kurd dike ku yekgiritna alfabeyê bêxe serê rojeva xwe,û dinav proseseke maqûl de bipîlanekî zanyarî pedekûşîk, rê liber yekgirtna alfabeyê veke.

3-bikaranîna kurdî di pirs û pirsgirêkên,giramatîk,û rastnivêsê jî hene evejî li ber standartkirina zimanî de, astenge ziman zan û ziman nasên kurdî divêt bi organîze û nûrim û metudên zaniyarî û kêmasiyên zimanî destnîşan bikin û . Riyên çareseriyê peydabikin û bidin xizmetê.

4-di perwerdehiya  kurdiya îro ya heyî de ji aliyê matiryal û form û metûdîk ve, û pedekoşiyeka,kunkirêt bo bête dîtin,ku ev probleme bipîlaneka modêrin û pedekoşiyeka zanyarî bête çareserkirin.

5-problem û kêmasiyên zimanî bêne çareserkirin,û bikaranîna kurdî diwarên bikaranîna kurdî de, lokal otonûm kardikin, eve jî dipiraktîkê de, kauseka zimanî dertêxe meydanê.

6-ji bervan hemû problemên zimanî û perwerdeyî, pêdvî,bi organeka şêwryi ya ku ji pispor û şarezayên zimanî he ye, û berbelaviya divan waran de heyî,bêne rakirin û bi sentiralekê teswiyekar bête pêkanîn,j ber vê hewcehiyê şûraya ziman û perwerdeya kurdî,li 5-6-11-2009 dinav parlemena fileman ya brukselê kombûyî , organa şêwra ziman û perwerdeya kurdî, hate damezrandin,ji aliyê navên pispor ve ji bo pêkînana. şêwra ziman û perwerdeya kurdî.komsyona ziman û perwerdê ya KNK-ê wekî organîzatûr û amadekar, hate wezîfedarkirin,ku piştî danûstandin û lêkolîneka mezin,organê komyiteka ji20 kesan heta  25 kesan pêkhatî dabimezrîne.herweha organa şêwra ziman û perwerdeya kurdî,di pirosesa danîna  akadimiya ziman û perwerdeya kurdî li Amedê, ku berê biryar liser hatbû sitendin bilezîne.

7-şûraya ziman û perwerdeya kurdî.rêzê li dam û dezgehên xizmet bo kar û zimanê kurdî kirîne,û hêjî dike piştevana wane û wan pîroz dike.

8-şûraya ziman û perwerdeya kurdî.her du salan carekê ji layê şêwra ziman û perwerdeya kurdî bi berfireh bête amadekirin û komkirin,

9- ji bo destekdayin û komsyona ziman û perwerdeya kurdî kar û xebatên zimanê kurdî her sal xelata wê  di roja dawiyê ya, cejina zimanê kurdî da li 14-15-16- gullanê da bête dan.

 10-şûraya ziman û perwerdeya kurdî  zordaryi û zextên liser weşangeriya kurdî,ya li sûriye,tirkiye,û îranê şermizar dikit,û destekê dide azadiya welat ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qedexekirin.

11-şûraya ziman û perwerdeya kurdî,pêşniyaza wezîrê berê yê kulturî yê hikûmeta federal,Felekeddîn Kakeyî ya liser komkirin û konferansa zimanê kurdî li kurdistana azad bikêfxweşî pêşwazîkir,û piştevaniyeka xort lê dike,ku di demeke kurt de li kurdistana federal, kombûneka berfireh ya ziman û perwerdeya kurdî bête kirin.

Şûraya ziman û perwerdeya kurdî rojên-5-6-11-2009 Bruksel

Amadekirin: F.Berwarî










 

Copyright © 2005- Kurdistan Democratic Party 6th branche Europe Contact the webmaster Rashid Botani