::KDP6 Europe::

 

Kurdocide Watch-CHAK:Divê qirkirinên Turkiyê bê rojeva ICC ê

09 November, 2009[11:14]

By  KDP6/Europe

image

Kurdicida Watch-CHAK dezgeha mafê mirovan e. Navenda wê li Helebceya şehîd e. CHAK di 2002 an de ava bûbû. Îro li welêt û derveyî welêt gelek niwêneriyên wê hene. Organîzasyona nasdar CHAK, qirkirinên kurdan li her çar aliyê Kurdistanê ji xwe re bingeh digire, lêkolînan pêk dihêne û pirsê dihêne rojeva Kurdistanê û Cîhanê.  

Weke tê zanîn serokê Sudanê Omer El Beşir di 9 ê mehê de diçe serdana Turkiyê. El Beşîr ji aliyê Dadgeha navnetewî –ICC ê ji ber sucên xwe yên li dijî mirovan weke sucdar hatibû îlankirin û ferma girtin û dadghekirina wî hatibû dayîn. Lê ji ber Turkiyê weke welat peymana dadgeha ICC ya Romayê nepejirandiye, naxwaze El Beşir teslimî ICC ê bike.

Navenda Kurdocide Watch-CHAK, îro, bi munasebeta serdana serokê Sudanê Omer el Beşîr ya Turkiyê, nameyek ji rêvebirê Giştî yê Dadgeha navnetewî_ICC li Haag ê Lusi Moreno-Ocampo re şand. Di nameyê de qala helwesta Turkiyê ya bêqanûnî tê kirin. Her wisa bi nimuneyan qala qirkirinên li dijî kurdan tê kirin. CHAK bi şêweyekî pir eşkere ji rêvebirê dadgeha navnetewî dixwaze ku, piştgiriya kurdan bike û pirsa qirkirinên ku rejîmên Turkiyê kirine, bîne rojevê. Em, nameya CHAK ê ku ji serokê ICC ê re hatiye şandin, pêşkêşî we dikin:

“Birêz Luis Moreno-Ocampo

Dadgêrê Giştî yê Dadgeha Navnetewî (jib o sucdarên qirkirinên gelan…)-ICC

Weke hûn jî zanin, rêvebirê rejîma Sudanê Omer al Beşir ji ber sucên xwe yên li dijî mirovahiyê, ji aliyê ICC ve sucdar hate pejirandin û di li dijî wî fermana giritinê hatibû dayîn. Omer al Beşir, 9 mehê tê serdana Turkiyê. Lê wisa xuyanî dike ku, Turkiyê naxwaze wî teslîmî ICC ê bike. Biryara Turkiyê li dijî qanûnên navnetewî ye.

Di eslê xwe de, polîtîka fermî ya Turkiyê ku di 1924 an de forma xwe girtiye, bi giştî li dijî mafê Kurdan û Ermaniyan e û îzolekirina wan bingeh digire. Ev rê û polîtîka, bû bingeh ji rejîmên Tirkiyê re ku, di şûna pirçandîbûnê de, dewletekî ku ji yek netewe û yek zimanî pêk bê, ava bike.

Polîtîka Turkiyê ya qirkirin û înkarkirinê ku bû sedema qirkirina bi milyonan kesan, îro jî berdewam e û bi hişkî li dijî Gelê Kurd didome. Wan şerek qirêj û bêqanûnî li dijî kurdan pêk anî. Bi milyonan kes cî û ware bavûkalên xwe bi cî hiştin, 17 hezar kes hate wundakirin û zêdeyî 4 hezar gundan bi erdê re kirin yek, xirab kirin.

Belgeyên wisan pir in û mirov dikare bi dokument û şahidên buyeran sucê wan yê li dijî însanetiyê ispat bike. Bê guman e ku, sucên Turkiyê kirine li dijî qanûnên bingehîn yên ICC ne. Sucên hatine kirin dive ku rê jibo dadgehkirinê veke. Mirov dikare bi hêsanî bibîne û eşkere bihêne zimên ku, Turkiyê ji ber van kirinên xwe yên li dijî mirovahî û sucên xwe, naxwaze peymana Romayê îmze bike.

Li gorî baweriya me, kesên ku Omar el Beşir vexwendine Turkiyê û şexsê Omer el Beşir mina hev in, sucdar in. Herdu alî jî li dijî mirovahiyê sucên mezin kirine, di welatên xwe de, çand, reng û gelên cewaz qir kirine.

Em, bi vê nameya xwe ji cenabê we daxwaz dikin ku, rastiya kurdan bibînin û piştgiriya kurdan bikin da ku li welatê me aşitî pêk were.

Serketin jibo çalakiyên belavkirina heqiyê li Cîhanê.

Bi silavên ji dil”

Wergêr: Sektîona Kurdocide Watch-CHAK ya Bakûrê Kurdistanê

EuroKurd News – eurokurd.net

Copyright © 2005- Kurdistan Democratic Party 6th branche Europe Contact the webmaster Rashid Botani