|

Faxir Berwarî ... Wek tête zanîn biryare di 16-01-2010 de hilbijartinên giştî li seranseryî Îraqa Feder û Kurdistan azad jî di nêv de wê bên e kirin.helbet her ji nûke aliyên Îraqî ji erebên Şi’î heta yên sonî bigre dixwazin desthelata Îraqa federe bi gelemperî bi dest bixin.ji ber vê yekê hewldanên aliyan di berdewamin û çend lîsteyek bi pêşengiya hindek aliyên bi bandor li Îraq ê hatine dûristkirin.û ev alyan e çendîn diwarên nêrîn û hizir û aydiyolojiy û rêbazên xwe dorî hevin lê ji bo girintîkirina desthelatê hev digirin. Bêguman diviya bû heta niha li ser astê kurdistan ê hewldaneka mezin ji aliyê partiyên Desthelatdar ve.hatibana dan ji bo lîsteka Kurdistanî yan yek helwêstiya gelê Kurdistan ê li ser hîmên netewayetî dor ji wan pirsgirêkên dinav part û aliyên Siyasî de heyin.ku serkaniya wê ji desthelat û gendeliyê têt. Bi nêrîna min eger kurd dîsan qurbaniyan divê rêkê de. Nedin û ji bo berjewendiyên neteweyi xwe nêzî hev neken wê demê dê asayişa neteweyi bikeve di metrsiyê de.çunke heta nihe pirsgirêkên dinêvbera Hewlêr û Bexday ê de bê çareseryi man e û ew deverên hatîn dagêrkirin ji kurdistana azad ne vegeriyayne.û wê desthelatdariya Kurdan li Îraq û Kurdistan ê lawaz bibe.û ji aliyê din ve welatên Kurdistan dagêrkirîn bi taybetî Tirkiy e îro bo carekadin desturnameya derbaskirina snoran di riya parlementoyê de û bi dengdan ê erêkir.û ev e dibe metirsiyeka berdewam li ser başûrê Kurdistan ê.metirsiya din jî ku wê asayişa neteweyi biyek caryi bi ke ve jêr gefan. Ewe ye dema em dibînîn hindek aliyên kurd li ser navê Dîmorasiye tê rêkê didin xwe û ligel hindek aliyên Ereb dibin hevpeyman bo mînak bira Kurdên Feylî.mafên xwe di kurdistan ê de nabînin xwe ji neteweya xwe bi dorxist û keftin e di Eniya Olê de.û dibine palpiştên Erebên ew bi salan bê nasnam e hîştîn û Enfal û jenosayid kirîn û bê cih û war hêlayin. Eger gelê Kurdistanê bigiştî û part û aliy û rêkxstinên siyasî yên Kurdistanî bi taybetî dest ji berjewendiyên aliy û nawçeyên xwe bernedin û xwe nekin qurbana neteweya xwe.dê destkeftiyên neteweyi piştî hilbijartinan kevine di metirsiyê de.çunke weke xweya li cem me tevan piştî sala 2003-ê û şûnde kurd yekgrtî bûn û hêza wan ya siyasî û leşkerî û dîplomasî û aburî di vî warî de gelek ji ya Erebên naverast û başûrê Îraq ê mestir bû.û rolê kurdan di piraktîkê de di Îraqa nû de xweya dikir.û ji ber vê yekrêzî û jîrbûna wan kariyan hindek gavan berew çareseriya doza Kurd li başûrê welatî û Îraq ê bavêjin. Lê dîsan jî nebûn bersiv ji çareserkirina hemû pirsgirêkan bi taybetî pirsgirêka madda 140-ê yakû ez jêra dibêjim deverên ji Kurdistanê hatîn dagêrkirin. Îcar prisyar ewe gelo Kurd wê çewa xwe ji bo hilbijartinên sala bêt amad e bikin? Helbet her kurdên sala 2005-ê ne lê bi awayekê din amadekariyan ji bo vê proses ê dikin.wek xweya ye li bam e tevan PDK û YNK-ê rêkeftin nameya sitratîjîk dinêv bera wan de he ye û bêguman wê ew di yek Eniyê de cihê xwe bigrin.lê bi dîtina min ya ji wê giringtir ew e wê çewa ev hêze bikarin tev Kurdan di Eniyek ê de bicivînin?ew jî bi hizra min divêt PDK û YNK e divî warî de bi awayek ê aktîfan e û şev û rojan bikin yek û karekî mezin bikin. Wek çawa li ser demên şoreşa çekdarî qurbanî dan.û di têkoşîneka berdewam da bûn.divêt bi heman giyanê lêburîn û kurdperweriyê kar bikin.û rêk û zemîneyê ji bo tevaya alî û rêkxstinên Kurdistanî xweş bikin.dakû ew jî cihê xwe di Eniya wan de bigrin.eger eve pêk neyêt û ji aliyê din ve jî kurdên Mosilman û Êzdî û Şebek û Feylî û kirstyan û Kurmanc û Soranî û Hewremanî û Kakeyi û hindek hoz (Eşîretan ) jî navê xwe li Komsiyona Bilnda Hilbijartinan qeyit kiriy e û wê biserê xwe yan dinava hindek lîsteyên Ereban de cihê xwe bigrin û bikevin hilbijartinan. Ev çenda han jî dikeve di xaneya îxanet û xizmetkirna dagêrkerên Kurdistanê de.û bi çi awayi xizmeta netewayetî na ke.pêtviy e tevaya gel u netewe û part û aliyi û bizav û saziyên sivîl û aliyên Olê jî dinêv de li jêr pîroztirîn nav ew jî navê Kurdistan ê ye û bi gotareka siyasî û nîştîmanî û neteweyi bikevine di prosesa hilbijartinên 16-01-2010-ê de.dakû bişên bi bandor û hêza xwe bexday ê neçar bikin û li ser maseya danûstan û guftogoyan bêyi kû xwîneka mezin bête rijandin tev pirsgirêkan çareser bikin.
|