|

iro pênçşemê 01-10-2009 li demjimêr 18:00 li gor dema hollenda Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li paytexta yekitiya Ewropa Bruksêl. Borhan Caf seredana Bîroya PDK-ê li amsterdam a Hollenda dike. Li pêşiyê bigermî ji aliyên berpirs û kargêr û endam û kadroyên Lêjna navxweya Hollenda ya PDK-ê bigermî hate pêşewazîkirin.û di heman demê de ji bo wrgirtina postê Balyoziyê (sefir )-ê Îraqa federe pîrozbahî lê hate kirin. Piştî ku Borhan Caf spasiyên xwe pêşkêş kirîn.bi têr û tejî behsa rewşa Kurdistan û Îraq û têkiliyên Hikûmeta Kurdistanê bi welatên hev sinor û yekitiya ewropa û bi taybetî behsa prosesa helbijartinên 25-07-2009-ê yên Kurdistana azad kirin û got kurdan selmand ku dikarin li rojhelata navîn îdareya xwe bi awayekî demokratîk birêve bibin. Û amaje bi helwêsta yekitiya ewropa kir û got di dema hilbijartinên Kurdistanê de çendîn cavdêrên navneteweyi û yekitiya ewropa li kurdistanê bûn lê dema prosesa hilbijartinê bi dawî hatîn raportên xwe bi awayekê gelek erênî belavkirin û di heman demê de nûneriya yektiya ewropa ya li Îraqê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî serokatî û parleman û hikûmet û gelê Kurdistanê kirin.û dirêjî da gotinên xwe û got berjewendiyên welatên zilhêz tevlî berjewendiyên gelê kurd bûne bi taybetî di warên samanên xwezayî de.û got rolê kurdan di Îraqa nû de gelek giring e û tekezî li yek helwêstiya kurdan kir bi taybetî ji bo hilbijartinên bên yên Îraq ê.û amaje bi çend balyozekên nû yên Îraqa federe kir û got ji wan ( 15 ) heb dê kurd bin û yek jiwan jî Borhan Caf bixwe ye.û wê di dawiya îsal de postên xwe werbigrin. Amadekirin F.Berwarî



|