|

Helbestvan û nivîskar Rizgar Kêsteyî bi yek li helbestvanên hevçerx li Kurdistanê di hête hijmartin bitaybet di nivîsîna têkista stiranê de, Rizgar Kêsteyî kariye ku bi çendîn tekstên ciwan hunera kurdî zengîn tir bike, bitaybet di gel hunermend Hesen şerîf u li wana stirana "mizgîn ey şehîd "û çendîn stiranên dîke, me xwest ku vê hevpeyivînê li gel Helbestvanê jêhatî Rizgar Kêsteyî saz bikin û li nizîkive li hest û nerînên wî tê bigehîn: Hevpeyivîn : Semîr Sizarî Semir_derbutki@hotmail.com -Rizgar Kêsteyî li kêrê dest pêkirîh? :diyar e mebesta hewe destpêka helbestê ye. Û eger mebest ew be, herçend e gelek seyr e jî lê raste, ku min li sala 1979 dema ez li pola şeşê seretayî bûm helbesta xwe ya êkê nivîsandiye bi navê hevpeyivîna dîcleyî ku wî demî seyda misum may kurê şehîdê nemir enwer may li radiyowa bexda programekê helbesta pêşkêş dikir û wî ew helbesta min li wî programî xwand ew çend jî bo min bû piştevanî û moraleke baş. Lê bigiştî ez hemû dema yê kêm berhem bûm, wate min çi cara zor nedaye xwe ku helbestê binivîsim, belkî dema helbestê viyaye ez wê binivîsim wî demî min jî nivîsandiye. - Hozana kurdî di kevinda zora pêşketî û di cihê xoda bûye, di evroda ew reng û rûy nemaye, bo? : Bidîtina min çend egerek hene ji bo wê çendê. Êk jiwan: Demê berê helbest nivîsîn û kar û bizavên dî yên roşinbîrî ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve wek gunehu zêdegavî dihatine dîtin û gelek cara jî helbestvan û roşinbîrên kurd tûşî girtin, eşkencedan û kuştinê jî dibûn, ji ber wê yekê herkes ne dişiya bibe helbestvan û nivîsevan. Êdî meydan ji bo helbestvanên bijare dima. Lewma jî wî demî hejmara helbestvananên kurd ya kêm bû, lê helbesta wan li astekê bilind bû. Egereka dî ew bû di dema bindestî û dagîrkeriyê da piraniya helbestvanên me derdê bindestiyê, zolim û zora dujmin, xebat û berxwedana li dijî dujminan, hîviya serxwebûnê û azadiyê di helbestên xwe da derdibirîn û xelkê me yê têhiniyê azadiyê jî bi wan helbestan dilê xwe dikewandin, lewma jî ew helbest dinav xelkî da ya biha giran bû. Egera siyê ew bû ku gelê kurd çi dezgayên medyayê di dest da nebûn ji bo ku bi rêka wan xem û kovan û hîvî û daxwazên xwe derbibirin û em dişên bêjîn helbest û stiran bitinê kenal bûn ku ew gaziya xwe têda bigehînne xelkê xwe. Egereka dî jî ew bû, ew qirkirin û malwêraniya dujmina bi serê xelkê Kurdistanê dîna dibû palvedanek ji bo pitir berhemên germ û bi hêz li hemberî dagîrkeriyê. Bid îtina min ji ber van egeran bû helbesta kurdî ya berê ya xudan biha û astekê gelek baştir bû ji ya evro. - Çend hunermenda helbestên te kirîne stiran? : Ta nuha tenê hunermend hesen şerîf helbestên min kirîne stiran. Hema bêje çi berhemên wî dernekeftine ku çi helbestên min têda nebin, jiblî 1 -2 berhema. Ji bilî vê jî piraniya caran ez û ew bi hevre stiranên wî yên filklor jî amade û serrast dikeyin. Gelek cara jî helbestên helbestvanên dî jî, piştî em razî bûna xudanên wan werdigirîn, yan parçeyekê lê zêdekeyin yan jî hindek peyv û rêza diguhirîn da baştir bikêr stiranê bihêt, vê çendê jî ez harî dikem. Herwesa di helbijartina helbestan da berdewam hesen pisiyara dîtinên min dike. Tinê stiranbêjê ku ji bilî hesenî min helbest dayê, kurekê genc bi navê (hekîm) vê dumahiyê li devera bêgova dekeftiye û dengekî xweş û resen heye, min û hesenî bi hevre viya harîkariya wî bikeyin, ji ber hindê min helbestek bi navê (gul şilêr) dayê û hesenî ew bo awaz kir ku li bere van nêzîka tomar biket. -To li hesen şerîf yê razî? : Bawer dikem merema pirsa ew e ka ez razî me ji wî şêweyê ew helbestên min pê dike stiran, yan mafê helbestên min didetê! Eger pirs eve be, helbet ez gelekê jê razî me û bawer dikem hesen 100% mafê helbestê didetê. Êk ji sîfetên wî yên herî baş ew e ku ji bilî ew xudan dengekê xweşê xwerû kurdî ye, gelekê şarezaye di helbijartina helbestê daw ya dî jî şarezayî ya wî di hindê da kanê kîj awaz dê digel kîj helbestê guncît, eve jî gelek sîfetekê giring e ji bo hunermendî. Ew bixo kesê hunermend bît divê ev sîfete li def hebît. Ji ber ku mirov neşêt bêjîte her stiranbêj û dengxoşekê hunermend. Ez gelek cara dibêjim: Hesenî giyanê daye helbestên min, bi taybetê helbestên wek: Mizgîn ey şehîd, yara dixew da, poşmanî, em hatîn, ez Kurdistanim û gelekên dî. Her wekî berî nuha jî me amaje pê kirî hesenî gelek helbestên min yên kirîne stiran û hemiya jî bi dirustî mafê wan yê dayê jiblî helbesteka min, ew jî helbesta bi navê (ez birim) ku li ser mişextiyê ye û ez dişêm bêjim ew êk ji xweştirîn helbestên min e, lê ji ber ku awaz û helbest hevdû nagirin ew stiran jî serinekefit. - Huzana te dê şêt jiyana te li aliyê madîve dabîn biket? : Helbet ne. Xuzî helbestê nanê mirovî nedaba birrîn bila qet jiyana mirovî dabîn nekiriba. Mixabin hêşta li Kurdistanê me bazara hunerî nîne. Dema ez dibêjim bazara hunerî ne merema min ew e ku em helbesta û stirana ji bo para û firotinê çêkeyin, ne xêr. Lê li hemû welatên cîhanê yên pêşkeftî evro huner, çi sînema û çi stiran û çi jî liqên dî yên hunerî bin biha û qîmetê xwe heye dinav xelkî de û herwesa bazara wî jî heye wikesên têda pişkdarin wek stiranbêj, mozîkivan, helbestvan, lîstikvan û sînarîst tev mafê xwe werdigirin. Ez hîvîdarim rojek bê ku hîviya seydayê xanî jî bicî bê û qedr û bihayê hunera kurda jî bê dîtin. -Buçî helbestvan li Kurdistanê nikarin bi huzana xo bijîn? :Bi dîtina min egerê êkê her ew e ya berî nuha min diyarkirî, wate mesela nebûna bazara hunerî ye, ku ez dibêjim eve jî girêdayî çend egerekên diye ku evên xwarê çendekin jiwan. Êk jiwan egera ew e ku divê berî her tiştî vavartinek li Kurdistanê bête kirin û ev tevlîheviya bi navê hunerî ku li Kurdistanê heye bête moxil û bêjing kirin û huner û ne huner ji hev bêne cudakirin, wî demî jî tenê hunerê pak û resen dê li meydanê mînît û otomatîkî bihayê hunerî dê hête dîtin û xelk dê zanît huner çi ye. Herwesa divê li Kurdistanê dezgayên medyayê divê barê da rola xwe bilîzin tiştê ne huner bît rê nedinê û hunerê pak jî qîmetê bidenê, da ku astê têgeheştina hunerî dinav xelkî jî da bilind bibît. Herwesa divê kompaniyayên hunerî yên pirofesyonal çêbibin ji boy ku bişên bazarî ji bo hunera kurdî vekin. Bi dîtina min eve jî piroseseka dirêje û ez bawer nakem ev çend e di van çend salekên nêzîk da bicî bê. Ji ber ku gelek kar û xebat pê divê ta ku hunerê kurdî bigehîte astê hunerê gelên pêşkeftî yên cîhanê. Li vêre jî em dişên di encamî de bêjîn: Ji ber ku hunerê kurdî hêşta rêka xwe ya rast û qîmet û bihayê xwe yê dirust ne dîtiye ji ber hindê jî helbestvan jî ji mafê xwe bê par maye. Tiştekî dî jî heye ku mixabin hindek caran kesên ku di çêkirina stiranekê da pişkdar dibin tev mafê xwe werdigirin jiblî helbestvanî ku hemû dema (palê piwîşî ye). Bo nimûne gelek cara stiranbêj destkeftekî ji berhemê xwe werdigire û herwesa mozîkivan jî hemû dema mafê xwe werdigire, lê tenê yê ku (diçe ser riwîşiyên berrê) helbestvane. -Gelo kîj hunermend baştir mafê helbestê didetê? : Ji ber ku mirov neşêt heman tiştî bo hemû stiranbêj û hunermenda bibêje. Evroke hejmareka başa hunermendên kurd peyda bûne ku birastî jî mafê helbestê didenê. Ez dişêm bêjim ku pirraniya van hunermenda jî ji bakûrê Kurdistanê ne û hejmareka geleka kêm jî li başûr û parçên dî hene. Eve jî dimîne li ser şarezayî û hostayî û hunermendiya wî kesî. Kesê ku birastî jî hunermend be divê mafê helbestê bidê û dema ew helbestê dihelbjêre bizane kanê çi core helbeste û ji bo çi core awaze digunce. Lê mixabin hindek stiranbêj jî hene, bila bibûr in ez bixwe neşêm bêjime wan hunermend, ku to dibînî carina awazekê didanne ser helbestekê ku bi çi awayî helbest û û awaz hevdû nagirin û ligel êk naguncin, ev çend e jî ne şarezayî û nehunermendiya wan kesî diyardke. Ji ber vê yekê ez dibêjim: Hunermend hene ku 100% mafê helbestê didenê û wî demî jî ew helbest dibe stiraneka ser zimanan û dimîne nemir, lê hindek kes jî hene ku mixabin ne bes mafê helbestê nadenî belkî wê helbestê dihermînin jî. -Tu têkista hozana kurdî di evroda çawa dibînî? : Helbet ne ez rexnegirim ku bişêm vî barî helgirim û nejî helbestvanekî hindî zîrek û binavudengim ku wî mafî bideme xwe helbesta kurdî bihelsengînim. Lê dîsa jî wekî dibêjin: (sivore û ber û minêt xwe), çewa berî nuha me behsa vavartina hunerê kurdî kir, wesa helbesta kurdî jî pêdivî bi vavartinê heye. Eger to pirsiyar jimin bikey, dê bêjime te mixabin helbesta evro ez çi tamê jê nabînîm. Lê helbestvanên nû jî mafê wan heye bêjine min: To mirovekî kevneperestî û di helbesta nû nagehî!! Lê ez dibînim gelek cara dema ez ligel hindek helbestvanên nû helbestên wan giftugo dikem mixabin ew bixwe jî dihelbestên xwe nagehen!! Ez bixwe dibêjim helbest çend hevçerx û nû jî be divê hindek binema hebin ku li ser bête avakirin, lê mixabin evro mirov wan binema nabîne. Helbet eve jî babeteke ku evro li Kurdistanê dinavbera helbestvanên kevin û nû da mijara gifugoyeka germ û gorrrre. -Heta çend hozan û awazên kurdî kariye têkihelî hevdû dibin? : Ez bawer dikem me bersiva vê pirsê berî nuha jî dabû. Eve dîsan dimînîte liser wî hunermendê helbestê dihelbjêrît û awazê di danîte ser. Bi kurtî ew stiranên ku rojane li ser devê xelkî ne û nemir mayne ew ewin yên helbest û awaz bi baştirîn şêwe têkelî hev bûyin û stiranên ku ev sale çêdibin û salekî dî jî dimirin, ewin ewin yên ku helbest û awaz têkelî hev ne bûyin û ligelêk ne guncayin. -Helbestvanêt nû ta çend karîne ku têkista stiranê li têkistêt dî cuda biken? :ez bawer dikem ku şêwe û selîqa helbestvanan ji hevdû cudaye, hosa jî helbestên hindek helbesivanan herçend e ji aliyê wate û dariştin û û teknîkê ve dibaş jî bin, lê dîsa merc nîne ew helbest bikêr stiranê bên, yên hindeka jî şêwe û corê helbesta wan gelekê baş û guncaye ji bo stiranê. Herwekî berî nuha min dibersiveka dî da diyarkirî, her dîsa eve jî dizivirîteve bo şarezayî ya stiranbêjî. Hindek ji wan gelek baş şiyayne wê helbesta ligel deng û awaz û stîlê wan biguncît bihelbjêrin û hindeka jî mixabin (daye nav maşa) û ew jî nizanin ka çi helbest ji bo çi awaz dihelbjêrin, ji ber hindê jî jiyê stirana wan gelekê kêmih. Gelek cara stiranbêjên me yên genc divên li helbestvanên beriniyas û xudan nav bigerin jibo ku helbestên wan bêjin, lê helbesta stiranê hemû dema bi helbestavanên mezin û navdar ve ne girêdaye, jiber k carina dê tekstekê bînî ku kesekî ne helbestvan jî nivêsiye lê ew tekst gelek baş bikêr stiranê têt û berovajiyê vê jî raste. Li dumahiyê ez dibêjim evroke me hindek helbestvan hene ku helbesta stiranê dinivîsin ku birastî li astekê gelek bilindin û mixabin hindek jî hene dinivîsin da ku navê wan li ser sî dî ya kesekî bihête belavkirin, bi dîtina min eve jî guneheke ligel hunerê kurdî tête kirin. - Paşe roja helbest û helbestvanêt kurd çawa dibînî? : gelek kes wesa dibînin ku pêşkeftinên cîhanê wekiriye ku helbestê ew seng û bihayê berê nemînît. Lê ezid bînim ku dûr yan nêzîk, piştî ku astê xwandevanê kurd bilindtir lê têt, helbestvan gelek kêm tir lê bihên li Kurdistanê, lê wî demî dê ew helbestvan bin yên xudan astekî baş û xudanên helbesteka baş. Eve jî piştî wê vavartin û bêjing û moxil kirina me gotî dê bicî hêt. -Li dumahiyê! :Li dumahiyê dibêjme hemû helbestvan û stiranbêj û hunermendên me: Bila hemû kar û xebat û bizavên we ji bo hindê bin ku em jî huner û edebê xwe bigehînîne rêza yên gelên pêşkeftî yên cîhanê, ne ku kar û nivîsîna me ji bo navê xwe û xwe derêxistinê bît. Daxwaza serkeftin û serfiraziyê bo hemû hunermend û helbestvanên kurd bi taybet û tevaya gelê Kurdistanê dikem. Supas û serkeftin ji were di xwazim. Hevpeyivîn : Semîr Sizarî Semir_derbutki@hotmail.com
|