::KDP6 Europe::

 

 Termê Xwendevanê Kurd Alan M.Baleteyi Li Arnhem Hate veşartin.

03 July, 2009[22:10]

By  KDP6/Europe

image

le rojia çarşemê 01-07-2009 li demjimêr 14:00 li gor dema Holenda li bajarê Arnhem di rêwresmeka ji hejî de termê ciwanê Kurd Alan M.Baleteyi bi amadebûna Berpirs û Kargêr û endamên Lêjna Navxo ya Holenda ya PDK-ê û serokê Kongira Neteweya Kurdistanê KNK-ê û çendîn aliyên siyasî û civakî yên diyaspora kurd û bi taybetî dost û hev pîşeyên ciwanê kurd yên Holendî li goristana bajarê arnhem hate veşartin.

Ciwanê kurd yekbû ji serkeftîtirîn xwendevanê Peymangeha (Akadmî )ya Balefirvaniya Holendî li bajarê Hoofdorp.her îro hevalekê Alanî yê Holendî di dema rêwresmê de amaje bi kesatiya wî da û got raste Alan ji daykeka Holendî ji dayk bûye.lê her bîna kurdekî resen di nava me de dihate naskirin ji berkû çend taybetmendiyên wî hebûn.wek dema dihate peymangehê liser çanteya wî Alayê rengînê kurdistanê hebû û liser pirtûkên wî nexşeya Kurdistana mezin hebû ankû Evîndarê welatê xwe bû û dixwesit piştî bi dawî anîna xwendina xwe dirêka pîşeyê xwede xizmeta gel û welatê xwe bike.lê sed mixabin mirinê nehêla ciwanê Kurd bigehe mirazên xwe.

Hêjayi gotinê ye di hefteya derbas bûy de ciwanê kurd di rûdaneka hatin û çunê de di nava Otombêla xwe de jiyana xwe ji dest da.

 Amadekirin: F. Berwarî

 








Copyright © 2005- Kurdistan Democratic Party 6th branche Europe Contact the webmaster Rashid Botani