::KDP6 Europe::

 

PDK û YNK e û Lîstî Kurdistanî.. Faxir Berwarî

07 June, 2009[10:58]

By  KDP6/Europe

image

Dema Partiya Demokrata Kurdistanê PDK hatî damezrandin bi rêberî û pêşengiya babê canî Barzaniyê nemir ( di 16-tebaxa 1946-ê) li ser demê komara kurdistanê de bû û pêdiviyeka dîrokî bû,çunke ji bo serokê kurd Barzaniyê nemir û tev şoreşgêrên kurd xweya bi bû,eger ne birêka rêkxistin û saziyên neteweyî û siyasî be gelê kurd nikare bigehe azadiya xwe,ya dawiyê bîna tev neteweyên cîhanê.lew ra her zû ev bîr û hizre li ba Barzaniyê nemir çê bû û ji xwe ji çûna wî ya rojhelatê kurdistanê bi başî xweya dibe kû her tim Barzanî hewil daye şoreş û serhildanên xwe di çarçûvê neteweyi de pêk bîne.

Bêguman evê zanîn û jîrbûna Barzanî wekir kû gelê kurd ji nezanîn û paşdamayin û hizrên hozitî û nawçe geriyê derbazî sazî û rêkxistin û partayetiyê li ser hîmên neteweyi  bibe,û sazî û rêkxistin xistine jêr rikêvê gel û kirine wesileya gehandina tev armancên siyasî û neteweyî.ji ber vê yekê bi pêşengiya Barzaniyê nemir kurdan tevan xwe dinav parteka kurdî de dît,û her vê rêç û rêbaza pîroz wekir kurd û kurdistanî ji her carekê zêdetir nêzî mafên xwe bibe.û omêda gelê kurd zêde tir lêkir.û hêza xwe ya leşkerî jî her ji vê çendê wergirt,heta kû bi yek deng û lijêr yek navî di roja(-11-îlona-1961-ê) de gelê kurd durûşimên xwe yên serekeyi bike kurdistan yan neman,û armancên xwe yên serekeyi jî kirin dîmokrasyet bo Îraqê û mafê Otonomî ji bo gelên kurdistanî,

Helbet evê yekê berdewam kir hetakû rijêmên Îraqê yên regezperist û dîktator û şûvenizmên ereb  bejina xwe li ber xwestek û doza rewaya gelê kurd bi çemînin,û di dîroka kurdistanê de laperên zêrîn bêne nivêsîn.ji boy kû peymana (11 adara 1970 ) mestrîn destkeftyi bû ji bo gelê kurd û tev neteweyên kurdistanê bîna Kurd Aşûrî Kildani Siryanî Ermenî Turkmen û di aliyê olî de jî azadiyên olî wek mosilman êzidî kiristyan û yên din hatine gerantîkirin û wekhevî di her warekî de çê bû.û şoreşa kurd û kurdistanî ji aliyê rijêmê ve dan pê hate dan û rewa hate li qelemdan.û ev qonaxa he ya aram piştî wê yekê hat kû gelê kurdistanî bo xwedî partiyeka rêkxstî û xwedî displîn,li jêr fermandariya  mestrîn rêberê xwe yê canî heta sala (1975-ê).lê bi hizra min qonaxa din di damezrandina Yekitiya Niştîmaniya Kuridstanê YNK-ê de li( 01-06-1975) destpêkir û armancên wê jî her bo wê yekê bûn kû gelê kurd di rêka aydiyolojiya xwe de li hev bicivîne û bigehîne azadiyên wê.helbet heger YNK-ê jî xwe bîna Rêkxistneka siyasî netewayetî nedaba xweyakirin bihizra min nedkariya muhra xwe li serkeftinan bixe.lê ewê jî xwe ji xeta PDK-ê bidûr nexist û diwarên armanca dan her bîna hev behsa dîmokrasyet û parastina mafên mirovî û azadkirina kurd û kurdistanê dihate kirin. ji ber hindê kariya xwe bigehîne wê yekê kû kesên di nava Wê da têkoşayin şanaziyê bixwe bikin.

Bêguman şoreşa (26 gullana 1976-ê) û şoreşa nwê ya (01-06-1976-ê) bûne dirêjî pêderên şoreşa mezina îlonê û piraniya kurdistaniyan cihê xwe dinav têkoşînê de girtin.û deryayek xwinê û hêstirên daykên kurdan hatine rijandin pêxemet azadî û mafên çarenûsî û mestrîn astengî û kusip  li paşxwe hîştin,û diher warekî de gelê kurd hoşyarkir ji boy hemû qurbanî danekê,heta serhildan cemawirî ya bihara (1991-ê) û azadkirina başûrê kurdistanê ji destên rijêma xwîn xwara Baais ya gorbegor û lidarxistina yekmîn hilbijartinan di (19-gullana 1992-ê) de û avakirina Parlemento û Hikûmeta kurdistanê,û peyrewkirina şoreşa şarstanî,bi kurtî eger bi saya van part û  aliyên siyasî û neteweyi ne ba gelê me ne dikarî bigehe vê qunax û asta serkeftinê, Çûnke gelê kurdistanî tevan mafên xwe dinava van rêkxistnan de dîtin û bidest xistin.û evê yekê wekir kû zêdetir liser têkoşîn û xebata xwe di rijdbin û bigehine armanca xwe û rijêma Seddam û darûdestekên wî jinav bibin û li şûna wê sîstemê biratî û wekhevî û pêkive jiyanê bicih bikin û armanca  sereki ya şoreşa mezina îlonê dîmokrasiye tê li tev Îraqê biçespînin û mafên gelê kurdistanî jî di çarçûvê Fîdraliye tê de bi destbixin.

Lê divê neyê jibîrkirin piştî salên (1994-ê) diyardeke ne şarstanî li nava gelê kurd serî helda ewjî ji avakirina partên îslama siyasî pêkdihat. û çendîn partên îslama siyasî li kurdistanê serî heldan ji bo hevrikîkirinê li hemberî partên neteweyi dakû xwestekên dagêrker û dûjminên gelê me li kurdistana azad bicih bikin,çûnke welatên dewrû piştên kurdistanê di rêkên xweyên taybed de bi milyonan dollarên Eemerîkî xercdikirin dakû ezmona başûrê welatî bi sernekeve.

Lê mixabin bi avakirina van partên îslama siyasî bisanehî kariyan xwestek û ejindeya welatên dagêrker  heta astekî bicih bikin û xwe kirine xeliyfeyên Ola Pîroza îslamê û bi dûruşmên xweyên birîqedar,xurt û ciwanên kurd dixapandin da dûrî bizava azadîxwaza gelê kurdistanî bibin.û wek gelê me tev dizanin ev partiyên han tenê nwêneriya çend bîr û hizrên paşdamayi dikin û ne xwediyên dîroke ka tejî serwerî ne û bikurtî bêhna dûjminên gelê kurdistanê jiwana tê.helbet gelê kurdistanî ne ji bo Ola xwe zûlim û zordarî lê tê kirin.berovajî bila kes xwe bivê yekê nexapîne. Kurd ji bo mafên xwe yên neteweyî têne qirkirin û jenosayidkirin ji ber vê yekê divê tev gelê kurd li dewrû piştên partên xwe yên neteweyi û xwedî serwerî bicive.û di prosesa hilbijartinên( 25-07-2009-ê) yên Parlemento û serokatiya Kurdistanê de dengê xwe bidin Lîstî Kurdistanî,Lîsta Şehîd û cangorî û Enfalkirîyan û Pêşmerge û Zîndanî û koçber û têkoşer, û xebat û têkoşîna zêdetirî nîv sedeyê ya gelên xweragir e û dengê xwe bidin namzetê Lîstî Kurdistanî Pêşmerge yê rojên giran Cenabê Serok Mesûd Barzanî,bo serokatiya kuridstanê.

Bêguman her kes pişt raste ji serkeftina Lîstî Kurdistanî çûnke mestirîn hêz li pişta wê ye ewjî pêkhatiye ji kes û karên şehîd û pêşmerge û zîndanî û Enfalkiriyên Kurdistanê,ji berkû ev hêze boye mestirîn sermaye li kurdistanê û her bi saya qurbanî dana wan gelê me bi bextewerî liser xaka pîroza azada kurdistanê dijîn helbet ev destkeftiye her hemû berhemê renc û  xebat û mandîbûna wan bidest keftîne û neteweya kurd li kurdistana mezin bi serekî bilind şanaziyê pê dike. Lê ya ji PDK û YNK-ê îro tê xwestin ewe kû divêt ev cîna berxwedêr û can liser dest tenê di rojên giran û tengaviyan de nehêne bîra wan û bînine diqada kurdistanê de û divêt, ew nehên  ji bîrkirin kû gelê me li ser mil û xwîna wan gehiştiye vê qunaxê,û divê dîsan di her wareki de girngî biwan bête dan û rolê wan bê bercavkirin û parçeka pîrozbin dinava partî û gelên xwede û divêt berî her kesê diwarên madî û wireyi de bêne sodmendkirin ji hemû serwet û samanên jêr xan û jor xana kurdistanê çûnke kes çû xêran biwan nake û ew mafên wan yên rewane.

Helbet ez dixwazim bala xwendevanan bikêşim ser diyardeka din kû vê dawiyê li bajarê silêmaniyê serî hildaye û serokê kompaniya wişe Newşêrwan Mistefa birêka hin aligirên xwe dixwaze qaşu gorankariyê liser astê kurdistanê çê bike û binavê lîsta goran wê bikeve prosesa hilbijartinên kurdistanê û libenda serkeftinê ye lê wek çavdêrên siyasî pêşbînî dikin kû ez jî di wê baweriyê de me lîsta goran ji ber kû tenê nwêneriya hindek bîr û hizrên berteng û navçegeriyê dike û xwe li nava bajarê silêmaniyê dûrbêç kiriye nikare bigehe dûruşmên xwe.û ev gava wî wê dawiyê li jiyana wî ya siyasî bine.û bikeve qeyrane ke pir mezintir û bi çû awayi nikare pêşengiya gorankariyê li kurdistanê bike.

Lê her ji Îro ez wekû kurê Şehîdekî Kurdistanê di rêka PDK-ê de û li ser rêbaza Pîroza Barzaniyê nemir. û dikarim binavê zarokên Şehîdên di rêka YNK-ê dejî mizgîniya serkeftina hilbijartinê bidim PDK û YNK-ê û tevaya gelê kurdistanî û jêre bêjim ha liwe pîroz be ev yek rêzî û yekgirtne, û pişta we li mestirîn hêzê ye ewjî ji malbat û kesûkarên şehid û Enfalkirî û parêzvanên gel û welatî pêşmerge yên Can gorî pêk hatiye.û ji wan aliyan re jî bêjim hûn nikarin gorankarî û çaksaziyê bikin çûnke hûn di dîrokê de çû deman ne pêşeng bûne.û Pêşengiya dûhî li serê çiyê PDK û YNK-ê dikir, îro ji bûna şaristaniyeta nûjen dinava paytextên Hewlêr û Bexda yê de jî dike û wê sobê jî pêşengiya gorankaryi û çaksaziyan dinava tevaya Part û Sazî û navendên hikûmî û sivîl yên kurdistanê de jî bike.

Copyright © 2005- Kurdistan Democratic Party 6th branche Europe Contact the webmaster Rashid Botani