|

Îro duşemê 01-06-2009 li bajêrê almere li welatê hollenda rojnamevan û nivîskarê kurd û kadroyê PDK-ê Nacî Akreyi di yek saliya wefata xwe de ji aliyê heval û hev ceber û dost û berpirs û kargêr û endamên Lijna navxo ya PDK-ê li Hollenda û malbata xwedê jêrazî hate bi bîranîn Li destpêka bîranînê rojnamevan Nîhad Qazî xêrhatin li tev berhevbûyan kirin û amaje bi wê yekê kir ku wê di demek nêzîk de pirtûka xwedê jêrazî bi du cildan derbikeve û nêzî 1000 laperan pêktên û got ev pirtûke bi piştevaniya sekretêrê Polîtk Buroya PDK-ê Fazil Mîranî hatiye Amadekirin û got wezareta çandê ya Hikûmeta Kuristanê biryar girtiye wê di mehên pêşiya me de Festîvaleka 3 rojî ji bo Akreyi li darbixe û navê wî jî li dibstanekê bike.
Amadekirin: F. Berwarî
|