Li angora gotina serokê evê kompanyayê, di kombûna hevpişka navbera wezîrê bergirîya Turkiye û berpirsên evê kompanyayê de, wezîrê bergirîya Turkiye ev sistema han daxwaz kiriye.
Anatolî Aksinov di evê bareyê de weha da nîşandan, ku divê ji bo kirrîna evê sistema hana roketan, berjewendîya welatên cîranên Turkiye jî li ber çavan bihê giritin.
Sistema S400 jî di hemû werzên (demsalên) salê de bi kar dihê û li her geyografiyayekî jî dihê xebitandin. Ev sistema han, sistemeka bergirîyê ya asmanî ye û dikare li beramber hemû êrîşên asmanî biraweste.