::KDP6 Europe::

 

 Li Amsterdama paytexta holenda pêşangeha wêneyan ya rojnamevanê holendi Mishiel Hegener ji aliye nûnerê H H Kurdistanê ve hate vekirin.

09 May, 2009[14:06]

By  KDP6/Europe

image

îro înê 07-05-2009-li demjimêr 20:00 li gor dema holenda pêşangeha wêneyan ya rojnamevanê naskrî yê holendî MishielHegener yê dostê gelê kurd bi amadebûna nûnerê hukûmeta kurdistanê li yektiya ewropa  Borhan Caf û berpirs û kargêrên Lijna Navxweya Holenda ya PDK-ê û  nûnera balyozxana îraqa federe û yektiya afretên kurdistanê  ya ewropa û rêvebirê televziyona kurdistan stodyuya ewropa û çendîn rojnamevan û nivîskarên holendî û kurd û aliyên siyasî û diplomasî beşdarî vekirina vê pêşangeha wêneyên serdema şoreşa mezina îlonê ya bi pêşengiya bavê nemir barzanî û şoreşa gullana pêşkeftinxwaz bûn.

Li destpêkê rojnamevan Mishiel Hegener di peyveke kurt de got ez xwe ser bilind dibînim ku min di şoreşa mezina îlonê de kariya wek rojnamevanekê ciwan xwe bigehînim şoreşa kurdî û general Barzaniyê nemir bibînim û çendîn wêneyan li wê serdemê bigrim û deng û rengê gelê kurd bigehînim raya giştî ya cîhanê û bala cîhanê bikêşim ser şoreş û têkoşîna barzaniyê nemir li başûrê kurdistanê û gotinên xwe zêdetir lêkirin û got wek wefadariyek ji bo gelê kurd min prtûkek bi zimanê Îngilîzî ya bi navê The Kurds of Iraq amade kiriye da ku zêdetir gelên cîhanê haydarî pirsgirêka kurd bibin.

Di piştre ev prtûka han ya bi nirix û hejmara yekemîn pêşkêşî nûnerê Hukûmeta Kurdistanê yê li yektiya ewropa Borhan Caf kir û got hêvî dikim vê prtûka min li sernavê Hukûmet û gelê kurdistanê weke diyariyeke bicûk qebûl bike. û nûnerê navbirî jî bi sopasî û nirxekî giran biha qebûl kir.

Hejayi gotinê ye nêzî du demjimêran dergehê pêşangehê ji mevanan re vekirî bû û 50 wêneyên Barzaniyê nemir û pêşmergeyên kurdistanê hatine nîşan dan.

Amadekirin: F. Berwarî

 




Copyright © 2005- Kurdistan Democratic Party 6th branche Europe Contact the webmaster Rashid Botani