::KDP6 Europe::

 Li bin sîbera peyvê...... Mihemed Çelkî

18 April, 2009[16:57]

By  KDP6/Europe

image

Çewan rexnegir, lêkolvan û helbestvan di pênase kirna helbestê de ser gerdan û hêbetî mayne

 û ne karîne ta evro pênaseka kuk û tekuz ya helbestê bi kin çûnkî saloxdana hesta karekê pir

girann û endêşeka aloze, wesan jî dîmane di gel helbestvanî karekê hêj sextir, girantir û bi sehim tire. Dema mirov hesta bi arînît bi pirsên ne ber hizir kirî ji tevnê helbestê û her wan hestên azirarndî bi kete pisyar û bi danîte ber helbestvanî hîngê mîna lêk dana stew bera çirîskên hizir û hesteka dî ya bi helçûntir û fîryaytir di hête guvendê. Ji xwe eger ew helbestvan xwedî berhemekê baş û efrîdekê di hin war û kêlî yên helbestê da bît hîngê karê dîmane kerî dê sextir û bi sehimtir bît, lê dieser van sextî û dijwarîya da min destê bi cureta xwe vena û çûme  dîwan helbestvanekî yê dirûşma (destî qelem helgrî, destî çekî bergirî) bilind û bi rûmet rakirî û ketîye ser rêk û şopa vê ser werî yê, bêy rojekê mandî bibît yanjî rojekê bayê bê omêdî ye enîya wî bo xo kir bîte dara bêhin danê, helbestvan û pêşmergê her û her kak Qadir Qeçax e.

Ji destûrî ya hewe xandevanên giravî berî bi çîna nav pisyara û helbestvanê xwe bi pisyarên ku eve demeke di hizra min da xirve bûyîn û li delîvekî di gerhan û bi çine silavê, dixazim pêyçekê li ser jiyana wî bi axivîn û bo hewe bi deyne niyasîn û hinde berhemên yên belav bûyîn li pêş berî hewe bi keyîn.

Helbestvan di 8-3-1962 ê li gundê Kurêmê, devera Mangêşkê ser bi parêzgeha Dihokê hatiye dinê. Xandina xew ya seretayî, navincî û amadeyî li gundêt Beroşkê, Kovilî û Mangêşkê xandîye, lê ji ber kawdanên ramyarî ne karî berdemî bi xandina bilind bi det û li sala 1980 ê kete nav refên bervanên rûmet û biha û nirxên netewa xwe bo pêşmerge û ev navê pîroz ta evro hilgirtîye û rûmeta vî navê pîroz paraztîye.di jiyana xwe ya pêşmergayetîyê da di ser wan kaw danên nexş ra ku li alekî berxwedan û li alê din bi dîtina her kelênek, bîv û helefteekê da li bin dar û ber û şikeftên Kurdistanê da helbest nivîsîne û baxê helbesta berxwedanê geş kirîye, li nav şorişê û li deverên rizgar kirî de, di dît tevaya gelî di kar û xebat û kêferateka bê wêne daye û rojane balefir û top û cebilxana dujminî gund û wargeha gule baran diken û jiyanê diken dozex û her roje kevalekê soryalî li pêş çava di hête kêşan, di vî demê hosa yê dijwar û metirsîdar, metirsîdar ji mirinê, çûnku di wan roja da mirin peyveka gelek kehî bû û hero li ber derekî mêhvan bû, di wî kawdanî da helbestvan di bêjît:

Kêlîyek

Hêşta ne mirî,

Gutî:

Raste

Her kesekê şinûka ji deyka xwe bibît,

Mirina li enîya wî

Mar kirî,

Erê gelo

Kî heye bi şêt

Mirina xwe bi kete

Ne mirî.

Di wî çax û demî da helbestnavê me karî van berhemên han pêşkêşî xandevan û pertukxana kurdî bi ket, ev berheme di çax û demên cihê cihê da belav kirîne:

1- Bizav. 2- Çawerwanî. 3- Berxudan. 4- Bizav û amanc. 5- Bizot. 6- Guldan. 7- Çiya vîn.

  Eve demekê dirêje bîroka dîmaneyan li gel helbestvanên pêşmerge di bîr û hizra min da mal xolyanê di ken û bo xo li delîve û bîvekê di gerhan, gelek sedem hene ku ev hîvî û miraze nehêne cih, yek ji wan dûrîyatîya mine ji welatî û ya din jî piranîya helbestvanên me hin hê li welatîne û hindjî pert û perwazey henderanê bûne û peyda kirina edresên wan karekî sexte. Lê dema kak Qadir Qeçax hate Berlin û em bi dîdara wî şad bûyîn, me ev hele ji dest neda û pîçek ji daxaza min bi cih hat. Gerçî kekê Qeçax mêhvan bû û rewişt û sincê Kurdayetî yê rê nadet mirovî ku mirov rabît û mêhvanê xwe bi westînît û  di gel bikevîte qirqşeşê û dan û standinê li mijarên cur becur û diviya bû ez bi erkê xwe rabibam û li ber xizmetê rawesta bam, lê wekî gele cara min daborî û bezîme xamey û defterka xwe û min hewda pisyara û êk li dûf êkê min pisyar jê kirin, wî j î bi sîngekê fireh bersiva pisyarên min dan.

Pirs: Peyva qeçax li cem Kurda ramaneka geleka balkêşa hey, anku bo wan kesa tête gutin ewên ser pêçîyê li yasay di ken û herwesa ewên bi karekê ne di rê da di ken û bo parastina xwe baz didin çiyay û ne di amadene xwe bi dine dest yasayê. Erê hûn nabînin ev nave bo helbestvanekî ne hindê kuke û çima hewe ev naz nave hilbiart?

Qeçax:

Çax, dem û heyam peywendîyeka mukum bi ramana vê peyvê ve heye, eger ji êk layve lê mêze bikî hîngê dîtina te jê saloxday raste, lê eger bero vajî lê mêzekî pêçewaneya wê raste û ev peyve Kurda pitir bo nerazî bûnê berxwedanê bi kar anîye û her ji vê dîdê ez lê mêze di kem, ya din navê helbestvanekê Kurd ku li Sovyeta berê dijya navê wî Qeçax bû û helbestên gelek dixoş û nazikin û pirî Kurdayetîyin, ji ber van sedeman min bernavê Qeçax helbijart.

Pirs: Helbest çi li def kak Qeçaxî di gehînît û boçî ji hemî texlîtên dî yên hunerî û wêjeyî hewe helbest hebijart wek rêk bo derbirîna hestên xwe?

Qeçax:

Helbest layenekê giringê jiyanêye, layenê ne diyar. Bo helbestvanî gelek çeq, ta û la di grît, civakî, nîştimanî..... Kurdayetî û berxudan. Pêdvîye li ser helbestvanî rolê niwênertiya gelê xo bi ket, bi rêka helbestê hestên xwe beramberî wan kawdan û demê welat û gelê wî têda di jît diyar bi ket,  keval kêşekê rast gu bît, bo dema xwe û helbest divêt ya armancber bît, anku fere helbestvan tibla xo bi danît ser wan êş û derdên bûyne egera paşdemayîna civaka wî û hewil bidet gelê xwe hişyar biket.

Min bawerî bi şorişa edebî heye û berdewamîya vê şorişê. Eger tore(edeb) baxçek gula bît, helbest balkêştirîn gula wî baxçeye. Ez di karim bi helbestê hestên xwe yên pengîyay bê gir û goç derbibrim, ji lew min ev texîltê edebî helbijartîye.

Pirs: Li bin kîjan banedurê hêvênê helbestê li ba hewe werarê di ket û aya renge kutekîyekê li hewe di ket, taku bibîte mêhvana hewe û paşî me xandevan û sewdalîyên wê?

Qeçax:

Helbestvan mirovekê hestiyar û hest nazike û nêrîna wî bo dewruberê wî bi vê hest nazikîyê li di meyzînt û ev rûdanên li dewrûberên min rû diden helbet banedura xwe li cem min dihêlît û bi vî awayî bîroka helbestê jî di hest û bîra min da werarê di ket û ez çicara kutekîyê li van hestên di hizra min da di pengîyên na kem, ku divêt demil dest bibin helbest, belku ew kutekîyê li min di ken da bifirin û dadine ser perên spî. Sedemên fîryana hesta li weltekî mîna Kurdstanê hindî tu bêjî di zorin.

Pirs:  Kîjkin ew helbestvanên bane dura xwe li ser kak Qadir Qeçaxî hiştine û çima ew tenê?

Qeçax:

Mîna her swedalîyê helbestê ku ez gelek hez lê dikem û xwendina helbestê min ra di kêşîte nav cîhana xweya berîn û di nav asoya peyvên wêda melevanîya di kem û dema ji dîwana wê ra di bim mîna evîdarê ji dîdara yarê zivrî yê asude û dil xweş ez jî wesan bi keyfxoşî ji dîwana wê têm û hîvîya dîdareka nêzîk di xiazim. Gelek helbestavana bane dura xwe li cem min hiştine mîna ser hosta û mîrê helbestvanên Kurd Melayê Cizîrî, Xanî, Cigerxwîn, Qedrî Can, Mehwî, Qani, Hejar, Hêmin, Hêdî, Ebdilrehan Mizûrî, Mueyed Teyîb, Şêrku Bêkes û Ebdula Peşêw.

Pirs: Di dem şorişê da bizaveka xurta edebî li deverên rizgar kirî da hebû, hûn wek Pêşmerge û edîb di nav vê bizavêda bûn û wek ez agehdar hewe rolekê ektîv di gêra, aya li nav şorişê (ji bilî wan edîbên di demên cuda cuda da teslîmî rijêmê bûyn) da hûn di hatin ba hev û hewe li ser mijarên hunerî û rexneyî û kêşên di hâtine rêka hewe da, hewe guftugu di kirin û ew nivîsandinên hewe bi çi awayî belav di kirin? Rojname û kuvarên taybet bi çand û kulturê ve li wî demî hebûn? Ji kerema xwe di karî hindek ji wan kuvar û rojnama bo xandevana dest nîşan bikî.

Qeçax:

Belê bizava rewşenbîrî li gur hel û mercên wê demê ya xurt bû û mil bi milê şerê çekdarî. Gelek cara civîn di hatine kirin û turevan û huermend û rewşenbîr di hatine ba hev û li ser rewşa çand û pêşxistina wê guftugu  di kirin û ew pirs girêkên di hatine rojevê taw û tû di kirin. Bi bîr anîna rojên dîrokî da gelek bizav û çalakî yên rewşenbîrî û hunerî di hatin encam dan, ji bilî van çalakîyan gelek kuvar û rojname di hatine belav kirin mîna kuvara Metîn, gazîya xûndkar û lawan û gelekên din, herwesa ji bilî kuvar û rojnama jî gelek pertukên heme cur çap dibûn û min sê dîwane helbest li nav şorişê çap û belav kirine bi navên: Bizav, Çawerwanî û Berxudan.

Pirs: Dubare dema şorişê. Kak Qeçax rolê edeb û hunerî li dema şorişê da ku hindek bi edebê çiya binav diken, çewa evro di helsengînît û erê şiyaye wê qonaxa pirî karesat û pirî kovan û her wesa jî pirî ser werî û şanazî jî tomar bi ket û karîbît hest û nest û xem û kovanên civaka Kurd der bi bibrît û nivşê evro dema bi xwînît wê civaka wê demê bi êş û azar û şanazî yên xweve bête ber çavan.

Qeçax:

Birengekê giştî ew rûdan û karesat û mergesatên bi ser gelê me da hatîn edeb û hunerî wek pêdvî ne karîye mafê wê qonaxê bi detê ji layê nemir kirin û tomar kirinê ve, hîngê kamîrên vidoyê nebûn, yafer bû ku edeb û hunerî rolekê baştir lîstiba.

Pirs: Hewe ji destpêka nivêsîna helbestê, helbesta kurt(poster) nivîsîye. Li devera Behdîna ev rengê helbestê yê nû bû  û ev dahênane bo hewe di hête nivîsîn, lê tiştekê hey ew jî piştî Enfala reş li sala 1988ê bi dûmahî hatî hewe dest havête helbesta dirêj, lê bo min wek xandevan dem wan helbestan di xwînim her poster xûya di bin, mîna ûşîyekî tirîye yê tijî tilmize. Anku her ji posterê dûr ne keftîye, bi dîtina hewe eger çine ku hûn her li dur bazina helbesta poster di firin.

Qeçax:

Spas. Raste piranîya helbestên min posterin, çinku ez wer hizir di kem ku helbest çenda kurtir û peyvên wê di tekuz û lêkdaytir bin serkeftîtir di bînim. Ez wer bawer di kem ku şiynên her helbestvanekî di nivîsîna kurte helbestê da diyar di bît. Helbesta dirêj hinde cara min bo helkefteka taybet nivîsîye, berdewam min bawerî bi nûyatiyê heye, lê vê dûmahîyê min dest bi helbesta dastanî kirîye.

Pirseka nivbirkî: Merema hewe ji helbesta dastanî çiye?

Qeçax:

Gelek dastan ji bilî yên diyar, hêşta ne keftine ber behis û lêkolînê, mîna Hemik û Sînemê, Xurşîdê çav bixl û Surmî xanê û Ebdalê Zeynikê û ....

Berî du sala li Amêdîyê fîstevalek hate encam dan bo Hemkê Tovî yê helbestvan û awaz daner, denhbêjê mîr Qobadê mîrê mîrgeha Amêdîyê(mîrgeha Behdîna), ev dastane li dewrû berêt sala 1580 ê da rûdaye, lê mixabin ne geheştîye merema xo. Mim wek helbestvan ev dastane nû kirîye û wek helbest min hunandîye, lê bi rengê pênc xiştekî(pênc malkî) nivîsîye û min li bere li van nêzîka çap û belav kem.

Eve çend nimune ji dastana Hemkê Tovî:

Bi kênca Sînemê û Hemkê dil sotî

Hindek ji dîrokê mina verotî

Ser pê hatîyek min ya ji wê dotî

Naverok geşe wekî bizotî

Ji bo yêd min bi gehit min eva gıutî

Biya awaza def û bilûlê

Hemik hey lolo, Hemk hey lêlê

Bihare û rûbar, pêla li ser pêlê

Gul şêlêr sor di ken li berê (sûlê)

(Bişîş) pir xemle li hindav (nihêlê)

Kewalê kûvî li garey li gunhêlê

Ya te vegêray hemiya guhê lê

Biya awza def û bilûlê

Hemik hey lolo, Hemik hey lêlê

Ji teşiya dîrokê na qetît benik

Ji bejin û bala te tên şel û şepik

Destek li bi guhî, êk tizbî murik

Li te hatine kirin zordarî û rik

Şanazî yê bi te di ken (sinc) û ser (depik)

Biya awaza def û bilûlê

Hemik hey lolo, hemik hey lêlê

Çendî hebîne û hene û heyîn mîr

Kesek hind di vêt, hind bo wî amîr

Ger kar pê nema, dê ji xo ketin dûr

Nexasme zanî, ger yê bûye pîr

Dê rabit havêt nav deryayek kûr

Biya awaza def û bilûlê

Hemik hey lolo, Hemik hey lêlê.

Pirs- Xaleka dî ya gelek balkêş di helbestên te da heye ew jî pesnin, hûn wek helbestvanek nû xaz û pêşverû vê yekê çewan di gel bîr û bawerên xwe di guncînî, erê hûn na bînin eve lekeke di helbestên hewe da?

Qeçax:

Ez hez ji pesna na kem û nexasime eger bo mirovên sax, lê hindek cara min pêdvî zanîye helwêstê mirovekî bi dime ber çav. Sarter di bêjît, mirov anku helwêst, helwêst anku qorbanî. Her mirovekî çakî û kêmanî yêt xo hene, belê ew helwêstêt di berjewendîya tevayî da bît hindek cara min wek pesin behis kirîye.

Pirs- Ji bilî helbestê em wek xandevan li benda çi core nivîsînên te bîn?!

Qeçax:

Ji bilî helbestê min gelek gutarên siyasî nivîsîne û wek namîlkek(petukek biçûk) jî bi navê gutar bêjî anku hunerê gutar bêjîyê min belav kirîye û dîsan ez mijûlî ava kirina muzexanekê me û ev muzexane tenê dê bo kultur û çanda Kurdî bît, ya hejî gutnêye ku min parçek ji xanîyê xo bo vê yekê terxan kirîye.

Pirs- li dawîyê di xazî çi bêjî  ku me pirs ne kir bît?

Qeçax:

Hatina min bo europa da li nêzîk revenda Kurd bi bînim û da ku arêşên wan bi zanim û agehîya li ser rewşa wan peyda bi kem û seredana muzaxanên europa ku bi dîtina wan muzexana bi karibim mifay jê wer bigrim da ku harî kar bît bo pirojê muzexana min.

Bibure min hûn gelek westandî...Dubare bi xêr hatî ser û ser çavan.

Qeçax:

Ez jî spasîya hewe di kem.

Copyright © 2005- Kurdistan Democratic Party 6th branche Europe Contact the webmaster Rashid Botani