::KDP6 Europe::

 

Bo çi evqas Qendîl?

27 March, 2009[17:35]

By  KDP6/Europe

image

Îro ji Qendîlê giringtir şergeha hilbijartinê ye..

Bêtir li va dema dawî, hem Turkiye, hem Îraq û hem jî Amerîka ji PKK dixwazin, ku ew hêzên xwe yên „Grîlla“ ji çiyayê Qendîlê, ku dikeve nav sînorên başûrê Kurdistanê, bikişîne…Ev daxwaz di civînên herdu deselatên Îraq û Turkiye de bi aşkereyî têye zimên, hema Turkiye bi teherekî dî dibêje, ew dibêje:“Bila PKK çekên xwe ji dest deyne!“, lê weku diyar dibe, Turkiye bizava xwe dike, va armanca xwe ya mezin bê qurbanî bi cîh bîne, eve jî rêgirtine li hember çareya aştiyane bo kêşeyekê, ku temenê wê bi sedan salane, û hîç carekê dewleta Turkiyê amade nebûye bo çareserkirineke rast û dirist ji vê kêşeyê re. Armanca wê her ewe ku rê li serketineke kurdî bigire…

Hema bo çi evqas Qendîl sireke mezin dilîze, tevî em dizanin, ku mestirîn lîskvanê van mijaran di destê Turkan de ye, li Îmraliyê di bin destên wan de ye…Ew hêza leşkerî ya PKK li Qendîl çiqas xort be jî, ta roja îro nikanî bû leşkerê dewleta turkî ji ber sînorê Îraqê gavekê jî bidûrxista. Dibe ku hinde caran ziyanên mezin digihîne leşkerê turkî, hema ew negihaye wê pileyê, ku Qendîl bibe darê şikandina pişta dewleta turkî…

Îro li bajêrên Kurdistanê navend û motikên serhildaneke gelê Kurd pêda bûne, dewleta Turko nikane rê li vê lehiyê bi bendan bigire, ne jî dikane leşkerê xwe li hemî bajêr û bajarokên bakurê Kurdistanê belav bike, û wilo bi xwe mala xwe biherifîne…

Turkiye xwestiye an nexwestiye, gelê Kurd di rêveçûna xwe de ye bo standina mafên xwe, PKK hebe an tune be, di Qendîlê de Grîllayên PKK hebin an tune bin…Ev rêveçûna neteweyekê ye, û nema kesek an hêzek an dewletek dikane rawestîne…Hema Turkiye tiştekî dî armanc dike, ewe jî “serneketina Kurdan” e, di hilbijartinên taze de, ji ber ku ev serketin wê mijara neteweyî ya kurdî bi terzekî aştiyane û li gor zagonên dewletê, li bakurê Kurdistanê hilde pileyek bilindtir, ne bi rêyeke, ku Turkiye weku “Terror!” bi navdike.

Deselata AKP, wekî em dizanin, bêtir dengan ta niha li navçeyên kurdî bi dest dixîne, an jî li ser pişta Kurdan û bi navê olê. AKP naxwaze va bingeha xwe, ya ku niha di bin lingênwê de dilivlive û diheje, ji destê xwe berde. Bo vê yekê du bendên giring di pilana wê de hene:

-Rêzê gelê Kurd bi tûjkirina pevçûnên ramiyarî ji ser hev bibe. Wekî ku berê carekê li başûrê Kurdistanê bi ser keti bû, Turkiye dixwaze careke dî bizava xwe bike, ku Kurd li hember hev rawestin…û ewana baş dizanin, ku bi milyonan mirovên me li bakur alîgên deselata kurdî ya li başûrê Kurdistanê ne, û bo perçiqandina yekîtiya kurdî pêwîste deselata AKP ber bi başûr ve jî biçe…Vexwendina Mam Celal Talbanî bo Ankere û çûyîna Abdullah Gül bo Bexdayê du gavin giring bûn bo agirdadanê di mala kurdî de…

-Navê „Terror“ her li ser tevgera gelê Kurd bihêle, PKK dev ji cengê berdaye an ne, bi destûra dewletê dilxweşe an ne, Ataturk ji xwe re wekî taca seriyê xwe dibîne an ne….Divê rûyê tevgera kurdî, ku ji ber gelek egeran di tenga navê PKK re hatiye reşkirin, li ber çavên cîhanê wekî tevgereke ramiyarî ya aştiyane neyê dîtin. Ji zû ve dewleta binî ya li Turkiye, bi rêya Hîzbullah û Ergenekonê û bi rêya hinde saziyên kurdî jî bi hezaran mirovên me kuştin, û wan hemî kirinên kirêt û hovbaz avêtin ser aliyê kurdî di vê hevrakêşanê de…  

Mijara Qendîlê, ku gaveke bo ji dest girtina çekên Grîllayên PKK, bê tevlêbûna deselata başûrê Kurdistanê, û bê piştvaniya Amerîka bi ser nakeve, û ji ber vê yekê wê AKP hîn bêtir gavên diplomasî ber bi Hewlêrê ve bavêje…Ev pokerekî buve û lawaz e…

Divê Kurd çi bikin?

Berî her tiştekî pêwîste di hilbijartinên taze de û di her hilbijartinekê de, çi li bakur û çi li başûr, gelê Kurd berjewendiya xwe ya neteweyî ji ber çavan winda neke, wekî wê jî pêwîste têkilî di navbera serek û part û rêkxirawên gelê Kurd de ji berê xorttir û çêtir bibin. Di vir de histobariya PKK mezine û jê tê xwestin, ku li dîroka xwe vegere, serrast bike, mukiriyê li çewtî û şaşiyên xwe bike, û mayîna li Qendîlê ji xwe re wekî bingeheke stratîjî nebîne, bingeha wê li Amedê, Dêrsimê, Botan û Agirî û li her bajêrekî bakurê Kurdistanê ye, bi ser ve jî li nav bajêrên Turkiyê jî bingeha kar ji wê re heye. Hatina nav Qendîlê ji xwe gaveke ji serî de ne di cîh de bû, em tev dizanin PKK bo çi ew gav hîngê avêt, lê niha delîveyeke, tevî ku teng û buve ye, li ber wê heye û dem hatiye, ku wê çewtiyê bike gaveke ber bi stratîjiyeke nûjen…

Li dawiyê ez dixwazim binxêz bikim, ku gotina”Bila pêşmerge çekên xwe bidin Îraqê, emê jî ên xwe bidin Türkiye!!!” ji binî ve şaş e…Ji ber ku herdu rewş ne wek hevin. Pêşmerge li ser axa xwe ya azadkirî ne û destûra Îraqê wê azadiyê dipejirîne û pêşmerge niha leşkerê paristina wê azadiyê ne…Rewşa wan tew ne wek ya Grîllayên PKK ye…

Îro ji Qendîlê giringtir şergeha hilbijartinê ye

Copyright © 2005- Kurdistan Democratic Party 6th branche Europe Contact the webmaster Rashid Botani