Prosêsa Dengdanê li Köln bi serkeftiyane û azad bi dawî hat |
|
|
|

Weku hemî deverên ku senterê Dengdanê lê hatîne vekirin Köln jî pêshwazî li xelkê Bashurê Kurdistan´ê û Erebên Îraq´ê kir. Di roja yekê da kewate 05.03 jimareya dengdêran ji neh sed kesî derbaz ne bu, eger ku roja înî yê bu, xelk bi karên xwe ve mijîl bun ( kar dikirin ). Di roja dû yê da 06.03 nêzîkî du hezar kesî ser li binkê Köln´ê xistin bu dengê xwe bidin, sexmeratî zehmetiyên Komisiona Bilind xistîne ber sînga xelkî, lê dîsta pitir ji 90% ê ew xelkê di wan roja da ser lêda, dengên xwe dan, hindek jî ji mafê dengdanê hatin bê besh kirin. Eger jî bu wê çendê vedigere ku 2 dokumên pêra ne bune, ku yek jiwan Îraqî bît û ya din Elmanî. Di roja sê yê da 07.03 serlêdan bi gishtî pitir ji 6800 kesî bu, hejî ye bêjîn ev binke bu pêshwazî kirina 8200 kesî hatibu vekirin, lê mixabin pitir ji 1200 kesa xwe ne gehandin binkeyî bu dengê xwe bidin. Pishtî ku nûnerên part û layenên ramyarî ( siyasî ) û bi tayîbet nûnerên PDK û YNK bi girêdana têkeliyan bi Hewlêr û Bexda ( Komisiona Bilind ) û bi rêya serkirdayetiya Kurdî li Bashurê Welat, karî bun di roja 07.03 da asankariya bu revenda Kurd bikin, daku ji mafê xwe yê dengdanê bê behir ne bin. Eve jî bu cihê dilxweshiya Kurda, ku karî bun bi 2 Belgeyên fermî yên Elmanî dengê xwe bidin. Hejî ye amajê pê bidim ku xelkê li Binkê Köln dengê xwe dayî, piraniya wan Kurd bun nêzîkî 90%ê. Eve jî bi bu cihê dilgiranî û peyîdabuna ne aramiyê ji layê hindek karmendên ser bi Komisionê evên ku Ereb bun, lê pêshiyê Komisiona Bilind ageh jê hebuye li kîjan welat, bajêr û binke wê rêjeya Kurd, Ereb, Asurî û Tirkmena çend be, lê mixan û dîsa jî wekî çawa Welatê Îraq´ê ( Hikomet ) hatiye dabeshkirin ( rêjeya Kurd, shî´e, Sunne, Asurî, Tirkmen ) bi wî shêwazî karmendên xwe jî belav kirîne ser Binkeyên Dengdanê. Li Köln ji bu pêshwazî kirin û rêvebirina karên Hawlatiyan, pêdvî bu 70% karmendên Komisionê Kurd ba ne, lê mixabin berovajiya wê bu. Ji ber qerebalixeka mezin di roja 07.03 da peyîda bu, Komtrol ji destê Komisionê 50% ê derketi bu, daxwaz ji nûnerên qewareyên Ramyarî ( siyasî ) hate kirin bu âlîkarî kirina wan, bu kêm kirina qerebalixê û aram kirina xelkî li derve û hundirê binkeyî, ev biryare bu cihê dilxweshiya xelkê kurd, ji berku nunerên partiyên Kurdistanî bi kurdayetiya xwe û xeribî û duratiya xwe, pêshwaziyeka gerim li revenda Kurd kirin û karên wan asantir lê kirin. Kêsheyên ku der diketin hember revenda kurd hebun, ji aliyê Komision ê û karmendên wê ve. Her 1 yek demjimêr biryarek yan rênmayek ji aliyê Komisiona Bilind ve dihat ( komîta Elmaniya ). Gohrîna biryara dilsarî def xelkî peyîda dikir, di bu egera nerazî bunê, helbet weku me gotî serlêder ( dengdêr ) piraniya wan Kurd bun, ew biryare ne di xizmeta Kurdan da bun. Ne buna belgeyek Îraqî weku nasnama wî welatî, bu hindek kurdên me yên ku buyîne xwedî nasnameya Elmaniya û bi dirêjiya 10 dehan sale li vî welatî akincî ne, tenha diyar kirina navê bajêrê dayîk bunê diyare, ji mafê dengdanê di hatine bê behr kirin. Lê dîsa jî me ev problêmên henê bi mezin ne di hijmartin, ji berku di nava Kurdistan´ê da pitir ji 50 hezar Kurd bê besh bun ji mafê dengdanê û xwedî nasname jî ne û dikarîn bi sanahî belge ( dokumênt ) bi dest ve bînin yên fermî, lê kesekê dûr ji welat û navê xwe li vî welatî yan dîroka dayîk bunê yan jî cihê buna xwe gohrîbît, wê çawa bikarît bi belgeyeka sexte dengê xwe bi dit. Tishtê herî bash ew bu ye, ku bêyî dirust buna biçuktrîn kêshe dinavbera xelkî da, yan digel Komisionê ya xod digel Polîsa, prosêsa dengdanê li Binkê Köln li welatê Elmaniya bi dawî hat, bi shêwazekê Beref demokratî bunê, azadane û di kesh û bayekê aram da ta demjimêr 19:35 xolekê êvara roja 07.03 dergehê binke vekirî bu û ta demjimêr 21:30 dîmahîk kes ku ez bu me dengê xwe dayîm, wêstgehên dengdanê di xizmeta hawlatiyan da bun. Hîvîdarîn ev care ya helbijartina û digel carên pêshiyê, bi bine rêyek bu beref demokratî ve çunê û zanîna bûhayê dengê xwe. Her bijî yekêtiya Gelan, her avedan bît welatê me. 07.03.2010 Köln Armanc Egîd Nêrweyî çavdêrê siyasî
|
|
|
|